Bi klîpekê ‘Xemla Sûriyeyê’ nîşan dan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Adar 2025 - 02:55

Komek ji hunermendên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermen ên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi navê "Sûriyeyê bixemlînin" klîbek derxist.

Li gorî dîmen û gotinan, kîlb balê dikişîne ser pirrengiya mozaîka civakî ya li Sûriyeyê.

Stran ji gotinên komek helbestvan û hunermendan hatiye çêkirin. Ew helbest û hunermend jî Bêkes Darî, Delîl Mîrsaz, Maksîmûs Îshaq, Serlî Simonyan, Rena Nesir û Seîd El Serac ne.

Awaz ji aliyê mûzîkjenên navdar ên wekî Hîkmet Mîlan, Delîl Mîrsaz, Maksîmos Îshaq, Serlî Sîmoniyan û Rena Nesir ve hatine belavkirin û cihêrengiya muzîkê ya çanda Sûriyê nîşan dide.

Klîb banga aştî û lihevhatinê dike û tê de mijarên girêdayî têkiliyên mirovî yên di navbera tevahî pêkhateyên çandî li Sûriyeyê de vedibêje. Piranî dîmenên klîbê cihên cuda hatine kişandin, ew jî xweşikbûna xwezaya Sûriyeyê, mîrasa wî ya çandê nîşan dide.

Di klîbê de zarokên behrmend mîna Sêla Mîlan, Zaniyar Mîlan hene. Her wiha komên Koral ên tevgera Çand û Hunerê û Hunergeha Welat xebatên baş ji bo klîbê kirin. Ne tenê hunermend beşdarî vê xebatê bûne, lê belê alî û saziyên çandî mîna Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya, Meclisa Civaka Ermenî, Ecawîd Girûp, Mala Êzidiyên kantona Cizîrê, Komeleya Çanda Suryanî li sûriyeyê, beşdar bûn.

Di stûdyoyên baş de hat hazirkirin

Ev xebat di gelek studyoyên perstîj de hat berhevkirin, weke Hunergeha Welat, Studyo Mîlan û Studyo Tebqa. Di bin çavdêriya Kenan Nesir de qalîteya deng û wêneyê ku li gorî asta projeya hunerî ye hat kirin. Têkildarî berhemdana dengan, aranjeya mûzîkê ji aliyê Hikmet Mîlan ve hatiye kirin. Comerd Hesen, Ciwan Dawûd, Îbo Can Amûdê û Necdet Mûsa deng bi rê ve bir.

Di heman demê de paşperdeyê ji hêla komeke navdar ji Abdîn Dicle, Ehmed Hedad, Elaa Bedax û Siyamend Misto ve hate girtin. Wan li pişt perdeyê xebat kir ku hûrgiliyên xebatê misoger bikin. Wêne jî ji hêla Ciwan Xelîl ve hatin girtin û aktorî ji hêla Comerd Hesen û Alvîn Xelîl ve hate kirin.

Montaj ji hêla Welat Seîd û Mihemed Mûsa ve hat kirin û Roder Dimilî jî ji bo guhertina rengan kar kir.

Ev klîb li avahiya Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Reqayê bi beşdariya girseyî ya sazî û şêniyan, hat pêşkêşkirin.

Lînka klîbê li jêr e;

 https://www.youtube.com/watch?v=M4DpLI1hvOY

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.