Xwedîderketin mijara hebûnê ye
Duşem 3 Sibat 2025 - 03:30
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogu, li ser avakirina Sûriyeya nû û rola jinê ya di pêvajoya çareseriyê de ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe ji Medya Haber TV’yê re nirxandin kir. Dogu, pêvajoya dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve di sedsala 21’an de ji bo Tirkiyeke nû, demokratîk û azad hatiye destpêkirin, silav kir û got ku ev pêvajo di nava rojeva raya giştî, Tirkiyeyê, çapemeniya cîhanê û derdorên siyasî de ciheke berfireh girtiye. Dogu, anî ziman ku pirsgirêka Kurd bi taybetî piştî avabûna komara Tirkiyeyê ev 100 sal e li ser polîtîkayên înkar û qirkirina Kurdan dewam dike û got:’’Rêbertiya me vê pêvajoyê li gorî wê digire dest. Paşxaneya wê ya dîrokî û geşedanên heyî ketine ser hev û ev pêvajo veguheriye pêvajoyeke ku krîzan berhev dike û kûrtir dike. Ji bilî van rastiyên dîrokî û heyî, pêwîst e rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ber çavan bê girtin. Em dizanin ku Rêbertiya me ji destpêka salên 90'î û vir ve bi vê mijarê re mijûl dibe. Wê demê Rêber Apo diyar kiribû ku ew ji bo çareseriyê li muxatab digere û di hevdîtinên dawî de jî got ku 'Ez hê jî li heman cihê me' daxwaza xwe ya çareserî û aştiyê tîne ziman û behsa muxatabek dike.” Xwedî derketina jinan a vê pêvajoyê meseleyek a hebûnê ye. Di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêka jinê de peywendiyek rast heye. Di vê çarçavoyê de dixwazim balê bikşînim ser xwişk û biratiya gelan jî. Têgeha xwişk û biratî, her çendî di bîra gelên biçûk de wateyekî erênî were dest girtin jî, di civaka ku bi zayendperestiyê hatiye hûnandin de li ser hiyerarşiya birayê mezin û biçûk rol dilîze. Dewsa vê divê em bal bikşînin ser hevaltiya gelan a di nav wekhevî û jiyanekê azad de.
Parastina şoreşê erka hemû jinane
Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû jinan çavkaniya ronahiyê ye. Ji ber vê yekê divê tevgerên jinan ên Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî li şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin, biparêzin û piştgiriya wê bikin. Ev ne tenê meseleyeke herêmî ye, meseleyeke jinê ya gerdûnî ye. Ji 50 welatan 650 jin ji bo piştgiriya vê şoreşê daxuyanî dan. Ev pêngaveke pir bi wate û girîng bû. Lazim e ev piştgirî hîn bêhtir berfireh bibe. Parastina vê şoreşa jinê, berpirsyariya hevpar a hemû tevgerên jinan ên li gelemperiya cîhanê ye. Li Îranê darvekirinên jinan nasekine. Pêşengên jin ên weke Pexşan Ezîzî û Werîşa Mûradî di têkoşîna Jin Jiyan Azadî de rola pêşengiyê lîstine. Ev jin pêşeng û berxwedêr in. Li Rojhilatê Kurdistanê nirxên ku bi bedelên mezin hatine bidestxistin hene. Cezayê îdamê ji xwe pêkanîneke li derveyî mirovahiyê ye. Ji ber vê berxwedana jinan a li Îranê girîng e.
Dîrok jinûve tê nivîsandin
Ya rast, li Rojava bi taybetî li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê şerekî mezin hat meşandin. Dîrok ji nû ve hat nivîsandin. Lê belê li Tişrînê ev dîrok careke din tê nivîsandin. Li Tişrînê gel bi wêrekî, biryardarî û hevgirtî xaka xwe diparêze. Bendav li vir tenê sembolek e; Esas, gel azadî û hebûna xwe diparêze. Jin azadiya xwe diparêzin. Hunermend li nirxên xwe xwedî derdikevin. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên cîhanê mînak û nîşaneya fedaîbûneke mezin e. Bi mezinkirina rêxistinbûna xwe re em ê hêviya xwe bi xwe biafirînin û siberoja xwe ava bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN