Êrişa li baroyê nayê qebûlkirin

Duşem 24 Adar 2025 - 02:55

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî biryara jidûrxistina wezîfeya rêveberiya Baroya Stenbolê wiha got:"Dadgehek serbixwe heba wê bipirsiya kê ew SÎHA firandiye, wê bi lêkolînê derketiba holê, lê desthilatdar naxwaze berpirsiyaran derxe holê. Li şûna ku berpirsiyar werin darizandin lê rêveberên baroya Stenbolê didarîzinin. Ev nayê qebûlkirin.”

Rojanameger Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan di 19'ê Kanûna 2024'an de bi êrişêk balfirên bê mirov a Tirkiyeyê li ser rêya Bendava Tişrîne hatibûn kuştin. Piştî kuştina rojnamegeran gelek saziyan bertek nîşanî êrişê dabû. Yek ji wan saziyan jî Baroya Stenbolê bû. Dadgehê doz li Baroya Stenbolê vekir û di danişîna dozê ku di 21'ê Adarê de hat lidarxistin de, li ser biryara dadgehê hat xwestin ku wezîfeya rêveberiya baroyê bi dawî bibe. Piştî vê gelek saziyên sivîl daxuyaniyê didin û piştgirî didin Baroya Stenbolê.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî mijarê axivî.

Êrişa li baroyê nayê qebûlkirin

Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku polîtikayên şer tu pirsgirêkan çareser nake û wiha got: “Rojnamegerên azad Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan di êrişêk SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de hatin kuştin. Her du rojnamegêr li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê êrişên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê dişopandin û agahiyan didan tevahiya cîhanê. Baroya Stenbolê jî daxuyanî da got ku ev binpêkirina mafên mirovan e. Sivîl û rojnameger di nav şer de divê neyên hedefgirtin. Lê dewlêta Tirk vê qetlîamê zelal nekir. Doz li Baroya Stenbolê vekir û biryar hat dayîn ku rêveberên Baroya Stenbolê ji peywirê bên dûrxistin. Demek dirêj e êriş li ser civaka siyasî, saziyên sivîl û çapemeniya azad de hene, ji ber ku bûyerên rastî ji raya giştî re radigihînin. Dewlet bi destê dadgêha bilind êrişî van saziyan dike. Doz tên vekirin rêveberên saziyan û sazî tên girtin. Ev ne tiştêkî rast e. Ev siyaset bi ser nakeve, pirsgirêkan çareser nake. Pêwîst e ku dewlet ji bo azadî û aştiyê gav biavêjê. Deshilatdar dixwaze dengê baroyan û civakê qut bike. Me wek ÎHD'ê jî daxuyanî dabû û gotibû em vê êrişê qebûl nakin û kê kiribe divê were eşkerekirin û berpirsiyar bên dîtin û darizandin. Dewletê gav neavêt û cenazeyên rojnamegeran neda malbatên wan, nehiştin li ser axa xwe bên veşartin. Dadgehek serbixwe heba wê bipirsiya kê ew SÎHA firandiye, wê bi lêkolînê derketiba holê, lê desthilatdar naxwaze berpirsiyaran derxe holê. Li şûna ku berpirsiyar werin darizandin lê rêveberên baroya Stenbolê didarîzinin. Ev nayê qebûlkirin.”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.