Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike

Duşem 25 Tebax 2025 - 03:50

‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo li meclîsê ava bû, karên xwe dewam dike. Komîsyona ku dest bi guhdarîkirina li gel kiriye, beriya çend rojan guh da Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Dayika Aştiyê ya ku tevlî komîsyonê bû Nezahat Teke destpêkê nerazîbûn nîşanî astengiya li pêşiya axaftina wê ya bi Kurdî da. Nezahat Teke destnîşan kir ku kesên daxwaza aştî û çareseriyê dikin, beriya her tiştî divê bi zimanê dayikê re li hev bên, vê yekê înkar nekin û got, wê li her qadê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û got:“Ev pêvajo divê ji dil bê meşandin. Înkarkirin bi kêrî kesî nayê.” Nezahat Teke diyar kir ku li meclîsê destûr nehat dayin ku ew bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî baxivin û got:“Ez ê her tim nerazîbûnê nîşanî wan kesan bidim ên ku zimanê me qedexe dike. Eger îro ji bo çareserî û aştiyê komîsyonek tê avakirin û li vê derê li ser pirsgirêka Kurd tê axaftin, hingî di nava vê de zimanê dayikê û çand jî hene. Eger ziman û nasname tine tê hesibandin, hingî samîmiyet û baweriya bi vê komîsyonê wê bibe cihê pirsê.” Nezahat Teke destnîşan kir ku dayikên aştiyê di nava her şert û mercî de li gel aştiyê ne û got:“Em li wê derê bûn, ji ber ku em naxwazin dayikên din bigirîn. Em doh li Silêmaniyeyê bûn, îro jî li Enqereyê ne. Em dixwazin ev pirsgirêk tavilê çareser bibe. Lê belê hîn jî her sibehê em bi dengê balafirên şer hişyar dibin.” Nezahat Teke ragihand ku ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê Rêber Apo muxatab bê dîtin û got:“Îro mîmarê aştiyê Birêz Ocalan e. Mirov li bendê ne ku pêvajo jinûve bi heman rengî destpê bike. Heyşt meh derbas bûn, lê hîn jî gaveke şênber nehatiye avêtin. Divê Birêz Ocalan karibe li vê komîsyonê biaxive û weke muxatab li komîsyonê amade be.”

Divê komîsyona heqîqetê ava bibe

Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz jî got:“Ji bilî ÎYÎ Partiyê partiyên din hemûyan nûnerên xwe tevlî komîsyonê kirin. Lewma em pêvajoyê girîng dibînin. Komîsyonê li Mirovên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û rêxistinên civakî yên sivîl ên din guhdarî kir, guh da pêşniyarên wan. Dikarim bibêjim ku hevdîtin erênî derbas bû.” Yilmaz işaret bi pêvajoya bêçekbûnê kir ku PKK’ê da destpêkirin û anî ziman ku ji bo entegrasyona civakî divê sererastkirinên qanûnî bi lez bikevin meriyetê û got:“Piştî danîna çekan, ji bo veguherîna civakê divê qanûnên entegrasyonê bêne amadekirin ku vê pêvajoyê hêsan bike. Divê cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdî Nûrsî bêne tespîtkirin û radestî malbatên wan bêne kirin, ku ev yek wê baweriya bi pêvajoyê zêdetir bike. Bi rêya Desteyên Çavdêrî û îdareyê cezayên mehkûman di pratîkê de tê dirêjkirin. Şert û mercên ragirtina girtiyên nexweş divê bêne sererastkirin, newekheviya li qanûna înfazê û cihêkariya li Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê divê tavilê bêne bidawîkirin. Divê komîsyonên heqîqetê bêne avakirin. Îro li Tirkiyeyê nêzî 303 gorên komî yên nehatine vekirin hene. Tê texmînkirin ku van gorên komî nêzî 4 hezar cenaze hene. Divê ev gor li gorî protokolên navneteweyî bêne vekirin, delîl bêne komkirin û lêpirsîneke bi bandor bê meşandin. Divê civak bibe parçeyekî vê pêvajoyê. Divê rûbirûbûn bi travmayên rû dane bê kirin, bi rengekî fermî lêborîn bê xwestin û pêvajoya tazmînkirinê bê destpêkirin. Her wiha diviyabû weke aliyê meseleyê li Birêz Ocalan û endamên PKK’ê guhdarî bikira.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.