Dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin

Çarşem 10 Kanûn 2025 - 03:30

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Kewe Işik diyar kir ku ew ji bo ku pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" li ser eksena demokratîk pêş bikeve, amadekariyên gaveke nû dikin û divê Abdullah Ocalan mafê xwe yê hêvîkirina pêşxistina pêvajoyê bi kar bîne û got ku heta ew azad nebe, azadî nayê van axan.

Pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de dest pê kir, niha 10 mehên xwe derbas kiriye û pêşketinên dîrokî yên pê re nêzîkatiya Tevgera Azadiyê û gelê Kurd a li hember vê pêvajoyê eşkere kirine. Piştî hevdîtina komîteya meclisê ya bi Abdullah Ocalan re, ku yek ji gavên herî girîng ên pêvajoyê ye, niha bal li ser çarçoveya qanûnî û yasayî ya ku dê li meclisê were damezrandin e. Meclîsa Dayikên Aştiyê di pêşengiya kesên ku ji bo avakirina aştî û civakek demokratîk dixebitin de ye. Ji damezrandina xwe ve, dayik ji bo "aştîyê" têdikoşin û niha, piştî banga 27'ê Sibatê, ew hewl didin ku aştiyek mayînde bi dest bixin.Meclisa Dayikên Aştiyê dê daxwaza serdana Îmraliyê bike.

Meclisa Dayikên Aştiyê dê di 10'ê Kanûnê de li Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Riha, Amed, Wan, Colemêrg, Bedlîs û Şirnexê di heman demê de konferansên çapemeniyê li dar bixe û daxwaza hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike da ku ew bikaribe mafê xwe yê hêviyê bi kar bîne.

Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê Kewê Işik, derbarê armanca daxuyaniya ku ew ê sibehê bidin de nirxandin kir.

Kewê Işik, destnîşan kir ku divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê û wiha pê de çû:"Werin, destên xwe bidin hev û daxwaza aştiyê bikin. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê û divê kes bertekê nîşan nede. Ger em mil bi mil bisekinin, em ê vê pêvajoyê bi serkeftî bikin. Ev pêvajo dê bi xwînrijandinê bi dawî nebe, lê bi aştiyê bi dawî bibe. Xwîn ji kesî re sûdmend nîne, lê aştî ji her kesî re sûdmend e. Birêz Abdullah Ocalan ev pêvajo ne tenê ji bo Kurdan dest pê kir; wî ew ji bo hemî mirovan dest pê kir. Ji ber vê yekê, divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Divê zimanê aştiyê were bikaranîn."

Kewê Işik di axaftina xwe de bang li komisyonê jî kir û got, "Tiştekî veneşêrin. Ev ji kesî re sûdmend nîne. Divê hûn hemû axaftinên xwe eşkere bikin. Azadiya Rêber tê wateya azadiya her kesî. Ji ber vê yekê, divê her kes azadiya Rêber bixwaze. Ji ber ku bêyî azadiya wî, tu kes ji me nikare azad be. Ne em û ne jî Tirk nikarin azad bibin. Di daxuyaniya ku em ê di 10'ê Kanûnê de wekî Meclîsa Dayikên Aştiyê bidin de, em ê azadiya Rêberê xwe bixwazin û daxwaza xwe ya hevdîtina bi wî re diyar bikin. Divê Rêberê me di zûtirîn demê de azad bibe. Azadiya Rêberê me di heman demê de tê wateya azadiya hemû girtiyên siyasî. Azadî bêyî azadiya wî nikare were ser axa me."

JINNEWS/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.