Dayikên Aştiyê ji bo Ocalan daxuyanî dan

Pêncşem 11 Kanûn 2025 - 03:40

Dayikên Aştiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîneke çapemeniyê li dar xistin. Dayikên Aştiyê gotin:"Binpêkirina mafê hêviyê rasterast rê li ber avakirina aştî, edalet û çanda jiyana hevbeş di civakeke demokratîk de digire. Bêyî garantîkirina maf û azadiyên bingehîn, behsa aştiyeke domdar nayê kirin."

Dayikên Aştiyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Dayikên Aştiyê li gelek bajaran daxuyanî dan çapemeniyê.

Metna hevpar wiha ye:

"Bi boneya 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, em wekî Dayikên Aştiyê radigihînin ku divê em bi hev re ji bo civakek ku maf û azadî tê de xurt bibin, edalet û wekhevî serdest be, têbikoşin. Binpêkirinên mafê jiyanê li dijî jin, zarok û kesên xwedî bawerî û nasnameyên cuda, pêwîstiya lezgîn a pêkanîna Qanûnên Azadiyê di çarçoveya civakek demokratîk de nîşan didin. Aştiya civakî, edalet û çanda jiyana hevbeş tenê bi rêya garantîkirina maf û azadiyan pêkan e.

Yek ji kevirên bingehîn ên aştî û civakeke demokratîk civakîkirina aştiyê ye. Têkoşîna ji bo mafan ku em, wekî Dayikên Aştiyê, bi salan e dimeşînin, wijdanê civaka me û hêviyên wê yên ji bo pêşerojê xurt dike. Bi boneya 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, em careke din tînin bîra xwe: Mafê her kesî heye ku hêvî bike û ev maf şertekî pêşîn e ji bo xurtkirina civakê bi rêya edalet û aştiyê pêk were.

Binpêkirina mafê hêviyê rasterast rê li ber avakirina aştî, edalet û çanda jiyana hevbeş di civakeke demokratîk de digire. Bêyî garantîkirina maf û azadiyên bingehîn, behsa aştiyeke domdar nayê kirin.

Ji ber vê sedemê, polîtîkayên tecrîda dijwar ên li ser Birêz Abdullah Ocalan, rêberê gel, ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, wekî polîtîkayeke dewletê têne berdewamkirin. Berdewamiya vê tecrîdê di heman demê de nîşan dide ku mafê hêviyê tê binpêkirin. Mafê hêviyê mafekî bingehîn ê mirovan e û astengkirina vî mafî binpêkirineke cidî ye. Em careke din bang li dewletê dikin ku mafê hêviyê biparêze.

Di dawiyê de, têkoşîna Dayikên Aştiyê ne tenê sembola hesreta dayikên me ji bo aştî û demokrasiyê ye, lê ya tevahiya civakê ye. Di 10'ê Kanûnê de, Hefteya Mafên Mirovan, em careke din radigihînin: Civakeke demokratîk ew civak e ku aştî tê de civakî dibe û hêvî û azadî mafên hemûyan in. Em bi biryar in ku ji bo van mafan têbikoşin û aştiyê biparêzin. Azadî û edalet nayên paşxistin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.