Baroya Rihayê koma xebatê ava kir
Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 03:15
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, diyar kir ku ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" li bajêr dest bi xebatê kirine û got: "Me li Rihayê wek baro, şaxên OHD û ÎHD’ê koma xebatê ava kir. Armanca xebata koma me piştgiriya aştiya civakî ye."
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komeke gerîlayên PKK’ê, ku ji 30 kesan pêk dihat di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li Silêmaniyê çek îmha kir. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ê ku bûbû şahidê merasîma dîrokî çavdêriyên xwe vegot û pêvajo nirxand.
Her kes bi kelecan bûn
Abdullah Oncel, diyar kir ku piştî şerê salan merasîmeke dîrokî pêk hat û şahidiya vê merasîmê wî pir kelecan kiriye û wiha axivî: “Hemû kesên ku beşdar bûbûn bi kelecan li bende merasîmê bûn. Merasîm saet 11.00-11.05’an de dest pê kir. Bi pêşengiya rêzdar Besê Hozat komeke gerîla hatin û li wir daxuyanî hate dayîn. Hinek beşdar digiriyan û hinek jê xemgîn bûn.”
Me koma xebatê ava kir
Abdullah Oncel, rave kir ku gavên ji bo bidawîkirina şer hatine avêtin pir girîng e û wiha pê de çû: “Ji bo piştgiriya aştiya civakî em bi 16 serokên baroyan re çûn serdana Serokatiya Meclisê, CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Yenî Yol, DEM Partî û AKP’ê. Me bi wan re fikr û pêşniyariyên baroyên herêmê parve kir.”
Abdullah Oncel, destnîşan kir ku pirsgirêka çareseriya Kurd bi siyasetê re ye û ev tişt got: “ Me li Rihayê wek baro, şaxên OHD û ÎHD’ê koma xebatê ava kir. Armanca xebata koma me piştgiriya aştiya civakî ye. Ji bo gavê pêş ên qanûnî me wek pêşnûme metnek amade kir. Şandeyê Meclis û Îmraliyê xebatên hiqûqî dikin. Em ê li bajêr bi partiyên siyasî û hemû saziyên civakî ve ji bo gel beşdarî pêvajoyê bikin, bixebitin.”
MA / RIHA / CEYLAN ŞAHÎNLÎ