Li Şirnexê binpêkirina mafên mirovan

Sêşem 15 Tîrmeh 2025 - 16:15

  • Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Şîvan Sekmen bi lêv kir ku qedexeyên li ser gund, zozan û çiyayên Şirnexê binpêkirina mafê jiyanê yê welatiyan bi xwe re tînê û got ew bang li gelê xwe jî dikin ku dema bi binpêkirineke mafan rû bi rû man serî li komeleya me bidin. 

Li Şirnex a ku bi salan e dewlet polîtikayên taybet li ser dimeşîne di salên dawî de qetilkirina jinan, istismara li ser zarokan û bikaranîna tiryakê jî zêde bûne. Bi vê yekê ve girêdayî hejmara întîxara welatiyên civan jî sal bi sal zêde dibe. Şirnex ku yek jî bajarê herî zêde noqteyên kontrolê li wir hene jiyana welatiyan jî hertim di bin denetîma dewletê ango di bin kontrolê de ye. Ev yek jî li ser derûniya welatiyên herêmê jî bandoreke mezin dike. Tekildarî binpêkirinên mafên mirovî yên Şirnexê hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxa Şirnexê Şîvan Sekmen bi lêv kir ku li Şirnexê ne li gor hiqûqê lê keyfî polîtîka tên sepandin.

Şîvan Sekmen anî ziman ku weke ÎHD'ê herî zêde li ser talana xwezayê, qetilkirina jinan, istismara li ser zarokan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan serîledan ji wan re tên û wiha axivî: “Xwezaya Şirnexê tê talankirin û qadeke mezin a daristanan hatiyê tunekirin. Talana xwezayê bi tena serê xwe binpêkirina mafên welatiyên Şirnexê ye. Li ser vê yekê gelek serîlêdan ji me re tên. Em jî li ser serîlêdanan raporan amade dikin. Qetilkirina jinan û istismara zarokan jî bingeha xwe ji pergala ku li Şirnexê tên meşandin digire. Li Şirnexê gelek gund hatin valakirin û mirov koçber bûn. Welatî ji hevdû re biyanî bûn û jin jî di hundirê malê de hat hepiskirin. Ev yek jî bû sedema serdestiya mêr a li ser jinê û qetilkirina jinan. Di van salên dawî de istismara li dijî zarokan û qetilkirina jinan zêde bûye. Em jî li ser van serdanan ji aliyê hiqûqî û derûniyê ve alîkariyê dikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Şîvan Sekmen bal kişand ser qedexeyên li ser herêmên Şirnexê û bandora wê ya li ser jiyana mirovan û wiha nirxand: “Li Şirnexê welatî bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin. Yanî debara mirovan li ser xwezayê ye. Ji ber wê jî qedexekirina herêman a her 15 rojan carekê bandoreke mezin li ser jiyana mirovan dike. Mirov nikarin sewalên xwe li wir biçerînin an jî bi rihetî nikarin biçin ser bax û bostanên xwe.”

Şîvan Sekman destnîşan kir ku li Şirnexê ji ber noqtayên kontrolê jiyana mirovan hertim asteng dibe û tevgereke kêfî heye. Şîvan Sekman bi lêv kir ku ew dema serdana girtîgehan dikin, dibin şahidê gelek binpêkirinên mafên girtiyan û wiha got: “Gelek girtiyên nexweş li Şirnexê hene. Girtiyên ku nexweşiya wan giran in li gor qanûnê divê bên berdan lê nayên berdan û mafê wan ê tenduristiyê jî tê binpêkirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Şîvan Sekman diyar kir ku divê derbarê binpêkirinên mafan de welatî hişyar bin û ev bang kir: “Em bang li gelê xwe jî dikin ku dema bi binpêkirineke mafan rû bi rû man serî li komeleya me bidin û çi pêwîst be weke komele em amade ne ji bo piştgiriye. Divê gelê me jî ji bo serîlêdanê netirse û ji bo mafê xwe serîledanê bike.”  AW / ŞIRNEX / MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.