Divê dewlet paradîgmaya şer berde

În 25 Tîrmeh 2025 - 03:25

Li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casene ya gundê Surdaş a navçeya Dukan a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, bi merasîmekê komeke gerîla a ji 30 kesan pêk dihat çekên xwe şewitandin û bi vê yekê re, rê li ber qonaxeke nû hat vekirin. Bandora merasîma ku bi amadebûna partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên hiqûqî û gelek kes pêk hat, hê jî didome. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban ku tevlî şopandina merasîma dîrokî bibû, ji ANF’ê re axivî. Kuçukbalaban, diyar kir ku di pirsgirêka Kurd de pêvajoya aştî girînge û anî ziman ku Komeleya Mafên Mirovan ji damezrandina xwe ve aştî û mafê aştiyê parastiye û got:“Dema em pêvajoya ku ji 1’ê Cotmehê dest pê kiriye hemû digirin dest û dinirxînin, em dibînin Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê bi piranî berpirsiyariyên xwe yên ji bo aştî, xwişk-biratiya gelan û avakirina civakek demokratîk bi cih anîne. Li hember vê dewletê hîn jî tu gavên berbiçav neavêtine.”

Divê dewlet gavan biavêje

Kuçukbalaban got:"Meseleya girtiyên nexweş hê jî li Tirkiyeyê mîna pirsgirêkek girêdayî doza Kurdan tê dîtin. Divê ev pirsgirêk tenê li ser maseya aştiyê neyê hiştin. Ji ber ku mafê tenduristiyê mafek bingehîn a mirovahiyê ye. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin berdewam dike û aştî di vê hawîrdorê de ne mumkin e. Tevî agirbesta PKK’ê ku di 1’ê Adarê de hatibû ragihan jî, operasyonên leşkerî yên dewletê hê jî didome. Ev yek aştiyê dixe xetereyê. Meseleya Kurd pirsgirêkek sed salî ye. Tenê 40 sal bi şer derbas bûye. Helbet ji ber şer û pevçûnan texrîbatên mezin çêbûn. Mînak bûyerên kiryar nediyar, gorên komî, şewitandina gundan, bêcezatî, komkujî û qirkirin hene. Divê li hember van rastiyan rûbirûbûnek çêbibe. Divê ziman, nasname û mafên welatîbûnê yên wekhev ên Kurdan bi destûrî werin misoger kirin. Avakirina komîsyonek li meclîsê erênî ye, lê divê şênber be û divê civaka sivîl jî tê de cih bigire."

Emê xebatên xwe bidomînin

Kuçukbalaban, diyar kir ku di merasîmê de envantera çekên ku hatine şewitandin radestî ÎHD, OHD û TIHV’ê hatiye kirin û got:"Ev yek ji bo nehiştina binpêkirina pêvajoyê û misogerkirina ku civaka sivîl di avakirina aştiyê de rolek dilîze girîng bû. Ji bo di pirsgirêka Kurd de aştî û mafên mirovan bi civakî bibe me erk girtiye ser xwe. Me heta niha ev berpirsiyarî bi cih aniye û em ê berdewam bikin."

Guhertinên qanûnî divên

Kuçukbalaban, da zanîn ku ji bo desthilatdarî berpirsiyariyên xwe pêk bîne, pêdivî bi pêşxistina dengek rêixstinkirî ya civakî heye û got:"Divê dewlet pêşî qeyûman vekişîne û ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî rêziknameyên qanûnî derxîne. 30 milîtan çekdar, çekên xwe danîn. Divê kesên ku çekên xwe danîne bikaribin beşdarî jiyana civakî û demokratîk bibin. Divê dewlet dev ji paradîgmaya xwe ya şer berde û gavên ber bi demokrasî û aştiyê ve bavêje."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.