Ji civîna komisyonê: Sererastkirina zagonan divê

În 22 Tebax 2025 - 03:35

Di rûniştina 2'yem a Komîsyona Meclisê de nûnerên ÎHD, Mazlûm-Der û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî axivîn û anîn ziman ku divê di qanûnan de serarastkirin bên kirin û girtiyên siyasî bên berdan.

ˋKomîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllîˊ ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclîsê civîna xwe ya 5'emîn li dar xist. Di rûniştina 1ˊem a civîna 5ˊemîn de Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê axivîn. Di rûniştina 2ˊyan de Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Tahîr Elçî, Mazlûm-Der hat guhdarkirin.

Di rûniştina 2ˊyan de Hevserokê Giştî yê ÎHDˊê Huseyîn Kuçukbalaban axivî. Huseyin Kuçukbalaban bi lêv kir ku ji  ber ku komîsyon di qanûnan de tuneye ev yek pirsgirêk e û anî ziman ku wê çawa saziyên sivîl tevlî komîsyonê bibin wiha got: “Komîsyon hê jî ne xwedî bernameyeke ku aliyên şer guhdar bike ew jî kêmasiyek e. Mixabin tevî ku birêz Abdullah Ocalan xwedî roleke mezin e jî di rojeva komîsyonê de hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re tuneye. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji bo PKK'iyên din jî çekan bişewitînin divê yên ku çek şewitandinê tevlî vê pêvajoyê bibin û nêrînên wan bên girtin.”

Piştre endama MYK’a ÎHD’ê Vetha Aydin Yukse axivî. Vehta Aydin Yuksel diyar kir ku ew bi hêvî ne ku di bin banê komîsyonê de komîsyona haqîqet, edalet û rûbirûnê ku me pêşniyar kiriye bê avakirin û em jî dixwazin tevlî vê komîsyonê bibin. Vetha Aydin Yuksel destnîşan kir ku pêdiviya welat bi aştiyê re heye û ji bo aştiyê çi bikeve li ser milê wan ew ê bikin.

Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz jî anî ziman ku mijara Kurd divê di perspektîfeke mafê mirovan û demokrasiyê bê çareserkirin.

Serokê Mazlûm-Derê Kaya Kartal jî bi lêv kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê.

Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî Mahsum Bati jî destnîşan kir ku divê ev pêvajo ji pêvajoyên beriya wê zelaltir be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştiyeke mayînde divê em demokrasiya xwe bi heztir bikin.”

Cîgirê weqfê Erkan Şenses jî diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde pêdivî ji demokrasiyê heye û got ku divê qanûna terorê ku rê li ber binpêkirinên mafan vedike ji holê rabe.

Piştî axaftinan civîna vê hefteyê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.