Şewitandina çekan pirsê çareser nake
Çarşem 3 Îlon 2025 - 03:40
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ku li ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ya li Meclîsê lê hate guhdarîkirin, ji ANF’ê re axivî. Guleç destnîşan kir ku nabe meseleya Kurd li ser tundiyê bê pênasekirin û bi bîr xist ku mafên Kurdan sed sal in têne desteserkirin. Abdulkadîr Guleç diyar kir ku ji bo meseleya Kurd ji nava tundiyê bê derxistin tişta bê kirin cuda ye, ji bo meseleya Kurd bi rengekî demokratîk çareser bibe karê bê kirin cuda ye. Guleç ragihand ku ji ber vê yekê nabe ku meseleya Kurd tenê li ser çekdanînê bê nîqaşkirin û got:“Beriya her tiştî divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdan bê naskirin û têkildarî vê mijarê destûreke bingehîn a nû bê avakirin. Di vê destûra bingehîn a nû de weke ku di destûra bingehîn a 1921’ê de hate kirin, divê sîstemeke nenavendîbûnê bê avakirin ku Kurd karibin bi rêya rêveberiyên xwecihî xwe bi hêsanî îfade bikin. Her wiha ji bo yên çek danîne, yên girtî û yên li sirgûnê, her wiha aktorên pêvajoyê karibin xwe bi hêsanî îfade bikin sererastkirinên pêwîst bêne kirin û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên têkildarî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Can Atalay, Osman Kavala, Bekîr Kaya tavilê bi cih bêne anîn.”
Şer ji ber neçareseriyê pêk hat
Guleç bi bîr xist ku tundî ji ber neçareseriya meseleya Kurd derkete holê û got: Rayedarên dewlet û desthilatdariyê îro li ser dûrxistina ji tundiyê qala meseleya Kurd dikin. Mafên Kurdan hene ku 100 sal in hatine desteserkirin. Hîn jî li pêşiya Kurdan astengî hene ku nikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Di destûra bingehîn de pênaseyeke welatîbûnê ya bi nasnameya etnîkî ya Tirk heye. Ev pênaseya welatîbûnê hiqûqî nîne. Bi temamî etnîkî ye. Lewma di pênaseya welatîbûnê ya destûra bingehîn de divê Kurd karibin xwe bibînin. Dewlet ne neçar e ku pênaseyeke welatîbûnê bike. Welatîbûna wekhev bêyî ku balê bikişkîne ser etnîkê, dikare bike. Du rêyên vê yekê hene; ya welatîbûn wê neyê pênasekirin, wê notr bibe û wê bibêje 86 milyon mirov welatî ne, wekhev in, xwedî heman mafan e û bi vê nêrînê destûra bingehîn a nû amade bike; yan jî eger wê pênaseyek bê kirin, nabe ku ev pênase etnîkî be. Divê kar li ser destûreke bingehîn a welê bê kirin ku xwedî avaniyek welê be ku li rewşa pirrengî ya Tirkiyeyê, li rastiya wê ya çandî, bawerî û etnîkî bê, demokratîk be û her kesî hembêz bike.”
Destûrabingehîn a nû divê
Guleç işaret bi fikarên muxalefeta bingehîn a li ser destûreke nû ya bingehîn kir û anî ziman ku fikara CHP’ê bi giranî li ser wê yekê ye ku di encama guhertina li hilbijartinên Serokkomariyê re Tayyîp Erdogan careke din karibe bibe namzet. Guleç diyar kir ku ev yek bi tena serê xwe nêrîneke rast nîne û got:“Têkildarî destûra bingehîn di sîstema hilbijartinê de wê teqez rê û rêbazên hilbijartina serokkomar bêne diyarkirin. Di wir de dikare fikarên xwe bibêje. Lê belê bi nêzîkatiyeke yekpare re eger bibêje em naxwazin Recep Tayyîp Erdogan bibe namzet, ji ber vê yekê em naxwazin destûra bingehîn bê amadekirin, bi dîtina min ev yek wê ji aliyê siyasî ve şaş be.” Guleç destnîşan kir ku li gel guhertinên hatine kirin jî bingeha destûra bingehîn a neyî ya darbeyê ye, lewma beriya her tiştî pêwîstî bi destûreke bingehîn a nû heye û ji bo vê jî destpêkê divê zîhniyet bê guhertin.
ANF/ZEYNEP KURAY