Zimanê me xeta me ya sor e

În 29 Tebax 2025 - 03:48

Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku komîsyonê axaftina wan ya bi Kurdî asteng kir, got:"Astengkirina axaftina bi Kurdî li cihekî ku pirsgirêka Kurd lê tê nîqaşkirin, li dijî felsefeya bingehîn a lêgerîna aştiyê ye. Zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e; kes nikare wê asteng bike." Sûltan Bozkurt, di sala 1994'an de ji ber zilm û zora dewletê ji gundê Xurs ê navçeya Qoser ya Mêrdînê bi zorê hat koçberkirin. Ew pêşî koçî Îzmîrê bû û dû re jî çû Stenbolê ku 30 sal in li wir dijî û heta 18 saliya wê jî nasnameya wê tunebû. Piştî zewacê nasnameyek wergirt û niha dayika sê zarokan e. Sûltan Bozkurt, jiyana xwe wekî "nîşaneya bi awayekî sîstematîk mexdûriyeta jinên Kurd li Tirkiyeyê" bi nav kir û got:"Jiyana min a koçber piştî zewacê bi dawî nebû. Rabûna li dijî polîtîkayên dewletê yên zilm, tundûtûjî, asîmîlasyon û komkujiyê, bû beşek ji jiyana min. Tevî her tiştî, min bi parastina jiyan, aştî û berxwedana li dijî zilmê têkoşîna xwe domand." Sûltan Bozkurt ku di sala 1994'an de di HADEP’ê de dest bi xebata xwe ya siyasî kir, ev xebat di Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) de domand û niha jî di Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya nû damezrandî de berdewam dike. Sûltan Bozkurt a keça wê Newroz Bozkurt ji 24'ê Çileya 1999'an vir ve girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku wekî dayikek ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe, ew banga Rêber APO ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pir bi qîmet dibîne.

Li dijî felsefeya lêgerîna aştiyê ye 

Sûltan Bozkurtê bi bîr xist ku Dayikên Aştiyê hefteya borî beşdarî civîna "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" bûne û got:“Li ser navê Dayikên Aştiyê, Nezahat Teke û Rebîa Kiran hatin vexwendin. Vê vexwendinê em pir kêfxweş kir. Em bi hêviyeke mezin derketin rê. Min meraq kir ku ez çawa dikarim têkoşîneke sedsalî di nav 10 deqeyên ku ji me re hatine dayîn de bi cih bikim. Her çend dilê me ji êşê tijî bû jî, em çûn bi wê baweriya bi aştiyê. Em bi hêviyeke mezin çûn Meclisê, lê hêviyên me pûç bûn. Ji ber ku dema em wekî Dayikên Aştiyê çûn meclisê, me diyar kir ku em ê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî, Kurdî, îfade bikin. Hatibû gotin ku wergêrek wê were peydakirin, lê wergêr nehat peydakirin. Me diyar kir ku em ê xwe bi zimanê xwe, Kurdî, çêtir îfade bikin. Lêbelê, Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, got, 'Hûn dikarin biaxivin, lê ew ê neyê tomarkirin.' Her çend ev yek hêviyên me pûç kir jî, em neçar man ku daxwazên xwe bi zimanê Tirkî bibêjin. Me dikarîbû vê yekê protesto bikira, lê me nekir, ji ber ku em naxwazin zirar bigihê pêvajoyê. Astengkirina daxwaza me ya axaftina bi Kurdî bi tevahî li dijî eslê pêvajoyê û felsefeya bingehîn a lêgerîna aştiyê ye. Zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e."

Divê Ocalan guhdar bikin

Sûltan Bozkurtê bal kişand ser hewldanên berdewam ên Rêber APO yên ji bo çareserkirina pirsgirêkê û got:“Birêz Ocalan her tim bi dilsozî û rastgoyiyeke mezin pêvajoyê dest pê dike. Lê aliyê din wisa nabîne. Ji ber pratîkên berê yên dewletê, gel baweriya xwe bi dewletê nayne. Ji ber vê yekê, girîng e ku ev pêvajo, ku ji hêla birêz Ocalan ve cara çaremîn hatiye destpêkirin, neyê berbatkirin. Ger ew bi ser nekeve, bidestxistina aştiyê dê pir dijwar be. Ev ji bo dewletê derfetek e û divê ew wê binirxîne û tevdîrên pêwîst bigire. Divê birêz Ocalan li komîsyonê were guhdarîkirin. Xwediyê sereke yê dozê birêz Ocalan e û divê aştî û muzakere bi wî re were kirin." Sûltan Bozkurtê diyar kir ku şertê avakirina atmosferek demokratîk li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber APO ye. 

MA/ESRA SOLÎN DAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.