Kujerê Qasimlo jî di nav heyetê de ye

Yekşem 12 Nîsan 2026 - 15:00

  • Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê eşkere kir ku endamê heyeta Îranê ya muzakereyan Mihemed Ceferî Sahraroudî kujerê Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye û derbarê wî de biryara girtinê ya navneteweyî heye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), derbarê muzakereyên ku li paytextê Pakistanê, Îslamabadê di navbera DYE û Komara Îslamî ya Îranê de dest pê kirin, daxuyaniyeke tund belav kir. PDKÎ'yê hişyarî da ku divê ev hevdîtin wekî gaveke ber bi aştiyê ve neyên dîtin û bal kişand ser nasnameya şandeya Îranê.

PDKÎ di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pêkhateya şandeya Îranê karakterê rastîn ê rejîmê nîşan dide. Di daxuyaniyê de hat gotin ku serokatiya şandeyê ji aliyê Mihemed Baqir Qalîbaf ve tê kirin ku ew kesekî nêzî Supaya Pasdaran e (IRGC) û di bernameyên nukleerî û moşekî de xwedî roleke navendî ye.

Yek ji xalên herî balkêş ên daxuyaniya PDKÎ'yê, beşdariya Mihemed Ceferî Sahraroudî ya di şandeyê de ye. PDKÎ diyar kir ku Sahraroudî rasterast bi suîqesta Dr. Ebdulrehman Qasimlo re peywendîdar e û derbarê wî de biryara girtina navneteweyî heye. PDKÎ'yê ev yek weke “heqaretek li şandeya Amerîkayê, li qurbaniyên terorê û li pîvanên hiqûqî” pênase kir.

PDKÎ hişyarî da Komara Îslamî muzakereyan ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan, lê belê ji bo “qezenckirina wext û xurtkirina polîtîkayên xwe yên bêîstîkrar” bikar tîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkildariya bi sîstemeke wiha re, dibe sedema rewakirina terorîzm û binpêkirinên mafên mirovan.

PDKÎ'yê bang li civaka navneteweyî û dewletên demokratîk kir ku di navbera gelên Îran û Kurdistanê û rejîmeke terorîst de hilbijartina xwe bikin. PDKÎ xwest ku berpirsên terora dewletê werin darizandin û piştgirî bidin têkoşîna azadiyê ya gel.

AW / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.