Divê dewlet gavê biavêje
Çarşem 22 Cotmeh 2025 - 03:28
Dayikên Aştiyê ku li Amedê konferansa xwe ya sêyemîn lidar xistin, anîn ziman ku aktorê bingehîn ê pêvajoyê Rêber Apo ye û gotin divê dewlet gavê biavêje.
Meclîsa Dayikên Aştiyê piştî 12 salan li Amedê di navbera 18-19'ê Cotmehê de bi dirûşma "Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiya mayinde ne" konferansa xwe ya sêyemîn lidar xist. Dayikên Aştiyê yên beşdarî konferansa li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bûn, armanc û daxwazên xwe yên li ser pêvajoya nû destnîşan kirin. Dayikên Aştiyê yên ji Kurdistanê û Tirkiyeyê beşdarî konferansê bûn li ser pêvajoyê û daxwazên xwe axivîn.
Fîdan Karadag diyar kir ku Dayikên Aştiyê xwedî li rêya aştiyê ya Rêber Apo derdikevin û got, "Em bi hêviya aştiyê li hev kom bûn. Ji ber vê yekê jî gelekî bi kelecan in. Bi saya têkoşîna zarokên xwe û rêya ku Rêber Apo nîşanî me da, em êdî li tevahiya cîhanê têne naskirin. Ji bo aştiyê em bi berpirsyariyên xwe radibin. Dewlet jî divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Asiye Sogut destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Apo divê dewlet gavê biavêje û got, "40 sal in xwîn dirije; em dixwazin êdî rijandina xwînê bisekine. Êdî ne ji me ne jî ji wan bila xwîn nerije. Yekane daxwaza me ew e ku aştî bê vî warî."
Delal Zengîn bang li dayikan hemûyan kir ku xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin û got, "Gelê Kurd berpirsyariya xwe bi cih anî. Lê belê Erdogan hîn jî dibêje 'Tirkiye ya bê teror'. Weke dayik em vê qebûl nakin. Her kes li ser koka xwe şîn dibe; gelê Kurd jî li ser zimanê xwe şîn dibe. Kes nikare vê înkar bike."
Ayşe Aybek anî ziman ku weke dayik ji bo sekinandina rijandina xwînê wan bi salan têkoşîn meşandin û got, "Rêber Apo ev pêvajo da destpêkirin, lê belê dewleta Tirk û desthilatdariyê berpirsyariya xwe bi cih neanî. Dilê me dayikan dişewite, em êdî naxwazin kes bimire. Ji vê derê bang li dayikên leşker û polîsan dikim: Werin em bi hev re xwedî li vê aştiyê derkevin, bila zarokên me nemirin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN