Lêgerîna dev ferz dikin

Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 03:10

Mehtap Sert da zanîn binpêkirina mafên li girtîgehan dewam dikin û got:"Li nexweşxaneyan lêgerîna dev û dermankirina bi kelepçe ferz dikin."

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Bi raporên ATK’ê mafê dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin, tahliyeya wan tê astengkirin. Endama Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Mehtap Sert, binpêkirinên mafan yên girtî dijîn û pakêta darazê ya ji meclîsê derbas bûye nirxand.

Mehtap Sert da zanîn ku li herêma Çukurovayê bi giştî 46 girtiyên nexweş hene û got: “11 ji van giran in. Piştî 2016’an girtîgehên tîpa çalê hatin avakirin. Ji van girtîgehan agahîgirtin zehmet e. Girtî li girtîgehên ji malbatên xwe dûr in dimînin. 11 girtiyên nexweş hene. Em van ji agahiyên tên tespît dikin. Dibe ku girtiyên hîn nexweş jî hebin lê ji ber em nikarin xwe bigihînin van girtîgehan ev nayên tespîtkirin.”

Lêgerîna dev ferz dikin 

Mehtap Sert ev tişt bi lêv kir: “Girtiyên nexweş ewil dibin revîran. Bijîşkê wir bixwaze dişînin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyên lêgerîna dev û dermankirina bi kelepçe ferz dikin. Dermankirina bi kelepçe carnan ji aliyê cendermeyan carna ji aliyê bijîşk ve tê xwestin. Mafê nexweşan li ber çavan nayê girtin.”

Mehtap Sert daxuyakirin ku li girtîgehên Tîpa R girtî piştî demekê tên dermankirin, ji bo şertên dermankirina nû, rewşa girtiyan li ber çavan nayê girtin.

Mehtap Sert balkişand ser pakêta darazê ya hatiye derbaskirin û got: “Pakêta darazê ya hatiye derxistin li gorî sozên hatine dayîn nehatiye amadekirin. Di hemû xebatên der barê pêvajoya çareseriyê de divê aktor samîmî tevbigerin.  Pêvajo yek alî nabe. Divê aktorên pêvajoyê berpirsyariya xwe bînin cih.”

JINNEWS/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.