Em ê bibin mertal
Şemî 8 Adar 2025 - 03:00
Şervanên YPJ’ê diyar kir ku jinan hêza xwe ya parastinê îsbat kirin û gotin: "Em ê li hember hemû kesên hewl didin jinan û mafên wan bikin hedef, bibin mertal."
Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ajansa me (ANHA) re axivîn.
Aysel Bîrhat îşaret bi vê yekê kir ku di belavbûna têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û cîhanê de rola fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan esasî bû. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku "di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên ku nasnameya jinan çewisandibûn û jinan di tarîtiya fikrên xwe yên tundraw de hiştibûn de jinan hêza xwe ya parastinê îsbat kirin."
Şervana YPJ’ê Leyla Ereb jî 8’ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahiya jinan pîroz kir û diyar kir ku berxwedana jinan ji bo şoreşa jinan bû îlhamek. Her wiha got, YPJ’ê ya ji tevahî pêkhateyên herêmê pêk tê ji bo tevahiya jinan têkoşînê dike.
Leyla Ereb anî ziman ku rêxistinbûyîna jinan, hêza wan û îradeya wan wê bibin sedema domandina têkoşîna wê dê layiqî keda şehîdan bin û got: "Rêya me rêya azadî û têkoşînê ye. Em ê jin û gelê xwe ji tundî û despotiyê biparêzin. Em ê li hember hemû kesên hewl didin jinan û mafên wan bikin hedef, bibin mertal."
ANHA/QAMIŞLO/SILAVA EBDUREHMAN