Newroza ‘Azadiya Rêbertî Civaka Demokratîk’

Duşem 24 Adar 2025 - 03:45

  • Pîrozbahiyên Newroza 2025’an li seranserî Ewrûpa û Skandînavyayê bi rojane bi coşeke mezin ji aliyê Kurdan û dostên wan tê pîroz kirin. Di dawiya hefteyê de jî Kurd û dostên wan herikîn meydanan û Newroza ‘Azadiya Rêbertî, Civaka Demokratîk’ bi coşeke mezin pîroz kirin.

Ev hefteyeke li seranserî Ewrûpa û welatên Skandînavya, Kanadayê Kurd û dostên wan Newroza ‘Azadiya Rêbertî Civaka Demokratîk’ bi coşeke mezin pîroz dikin. 

PARÎS

Li banliyoya Villers Le Bel a girêdayî paytexta Fransa Parîsê, ji aliyê CDK-F û TJK-F’ê ve Newroza ‘Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk’ hate lidarxistin. Axaftina vekirinê ya şahiyê, ji aliyê Hevserokên CDK-F’ê Xanê Akdogan û Şahîn Polat, ji Serokatiya Şaredariya Villiers Le Bel Djida Tachtach, ji Serokatiya Şaredariya Saint Deniz Sonia Benacer, ji Partiya Sosyalîst Parlamenter Romain Eskenazi, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar axaftin kirin. Di pîrozbahiyê de parlamenterê Tevgera Fransa ya Serî Natewîne Carlos Bilango û nûnerê koma Antî-Faşîst Huseyîn Ceyhan jî axivîn. Di bernameyê de hunermend Helbest Arî, Mem û Zîna Botanî, Dîno û Serhado bi muzîkên xwe şahî bi coş kirin. Her wiha Koma Dansê ya Tamil jî bi performansa xwe reng da şahiyê. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

BORDEAUX

Kurd û dostên wan li bajarê Bordeaux ê Fransayê, li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Newroz pîroz kirin. Salona pîrozbahiyê bi posterên mezin ên Rêber Apo û ala PKK'ê hat xemilandin, jin û zarok bi cil û bergên xwe yên herêmî rengîn beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi stranên hunermendên TEV-ÇAND'ê Rênas Demhat, Çetîn Zîlan, Koma Pêşeroj û Dengbêj Rêdûr dewam kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

ZÛRÎH

Kurd û dostên wan li Swîsreyê pîrozkirina Newrozê li Zurihê li hev civiyan. Bi hezaran kesên ku siharê zû ji bajarên cuda ên Swîsreyê bi rê ketin, li Zurîh Hartrum Arealê li hev civiyan û cejna bihar û berxwedanê pîroz kirin. Axaftina vekirinê ya Newrozê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr ve hate kirin. Hevserokê KCDK-E Engîn Sever, Parlamentera Partiya Keskan a Neteweyî ya Swîsreyê Katharina Prelicz-Huber, parlamenterê Federal ê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Fabian Molina axaftin kirin. Partiya BASTA ya Swîsreyê ji bo Newrozê peyam şand. Piştî axaftinan çalakiya Newrozê bistranên hunermend Ferhat Tunç, Kawa, Azad, Koma Rojhilat û Xecê heta saetên dereng dewam kir.

EXETER

Li bajarê Exeter ê Îngilistanê Kurdan û dostên wan li cadeya herî qelebalix a bajêr agir vêxistin û Newroz pîroz kirin.

Bi banga Komuna Civaka Kurd a Devon re li bajarê Exeter Kurdan û dostên wan agir vêxistin û Newroz pîroz kirin. Kurdistanî li cadeya herî qelebalix Sidwel hatin ba hev û agir vêxistin. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Kurdistaniyan li dora agir govend gerandin.

NÛRNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê Newroza 2025'an bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Di çalakiyê de ku şehîdên Newrozê hatin bîranîn, dirûşmên ji bo yekîtî û azadiyê hatin qîrîn.

FREIBURG

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda û Meclîsa Gelê Kurd a Mannheimê li Alte Synagoge Platz Newroz bi coşekî mezin hat pîrozkirin. Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve bi dirûşmeya "Newroz Pîroz Be!" hate pêxistin. Pîrozbahî bi stranên hunermend Rêber Serhad û Bîrhat Kurdî dewam kir. Pîrozbahiya ku heta saetên dereng destpê kir, bi tevlîbûneke zêde û coş bi dawî bû.

DRESDEN

Kurd û dostên xwe yên li bajarê Dresden ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Lêgerîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li qada Pieschenner Allee li hev civiyan.  Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya Newrozê bû ku di saet 13:00’an de destpê kir. Koma Nûroj, Mehmet Rênas û Koma Mithra Band derket ser dîkê. Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok û parlementerê Die Linke ya Elman Mirko Schulze axivîn. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendên xwecihî û gerandina govendê heta saetên dereng dewam kir. 

DUISBURG

Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê Newroz bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratik” li qada Ludageriplatzê bi coş hate pîrozkirin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên ji Kurdên Ermenîstanê Dengbêj Tital ve Hozan Ayda dewam kir. Piştre li ser navê YJK-E’yê Kezîban Dogan derket ser dikê û peyama Newrozê ya Rêber Apo ji bo jinan xwend. Siyasetmedar Îdrîs Baluken jî di pîrozbahiyê de axivî. Pîrozbahî pêşendanên Koma Vardiya, hunermend Hozan Aydın, Nebaz Ahmet, Diyar Gerilla, Koma Hezex û Koma Çarnewa dewam kir. 

SAARLAND

Kurdistaniyên li Luksemburg û eyaleta Saarland a Elmanyayê dijîn, Newroz bi coş pîroz kirin. Pîrozbahî danê nîvro bi çalakiya li Merterê destpê kir. Li ser navê Meclisa Gelê Kurd a Saarlandê Bavê Zerdeşt, li ser navê Partiya Dîe Lînke Luksemburgê Bern Muller axaftin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser azadî û ruhê hevgirtina Newrozê. Pîrozbahî bi gerandina govendê heta saetên êvarê dewam kir.

TORÎNO

Li bajarê Torino yê Îtalyayê, li salona Cabria'yê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê, bi navê Komîteya Kurd a Milanoyê Ajvar Başûrî axivî. Ji Defend Kurdistan Enternasyonal Elisa Ginzburg, Sara Sarri, Alessio Giorgi jî bi kurtasî axivîn û Newroz pîroz kirin. Bi navê UIKI Serkan Xozatli jî axivî. Piştre agirê Newrozê hate dadan û li ber stranên Koma Dilhat govend hate gerandin.

ROMA

Li bajarê Roma ê Îtalyayê ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Ararat pîrozbahiya Newroz bi coş hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bû û bi stranên Koma Çarneva pîrozbahî bi coş bû. Di axaftinên pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku di Newroza îsal de hemû gel bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” li hev civiyan û hat xwestin ku Newroz ku sembola têkoşîn û berxwedanê ye, aşitî û demokrasiyê ji bo hemû gelan bîne. 

TORONTO

Bi pêşengiya ciwanên Kurd li bajarê Toronto yê Kanadayê Newroz hat pîrozkirin. Ciwan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li hev civiyan û bi fîşekên hewayî û pêxistina agir Newroz pîroz kirin. Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd axaftin hat kirin û hat gotin:"Paradîgmaya Rêber Apo bi me da hînkirin ku Newroz rêya şiyarbûn, serhildan, berxwedan û serketinê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e." Di axaftinê de hat destnîşankirin ku ew ê xwedî li banga Rêber Apo derkevin.

KOPENHAG

Li navçeya Skovlunde ya paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdan bi coş Newroz pîroz kirin. Hevserokên meclîsê bi Kurdî û Danîmarkayî axivîn û destnîşan kirin ku Newroz cejna azadî û berxwedanê ye. Li ser navê Partiya Yekîtiyê ya Danîmarka Îbrahîm Benlî axivî. Şahî bi performansa koma folklorê ya Arîn Mîrkan û stranên hunermend Hozan Fîgen, Agrîn Azad, Rêzan Şîrvan, Beser Şahîn, Hozan Comert û Hêrsh Hawramani dewam kir. Şahî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo, bijî yekîtiya gelan” bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.