Divê jin di destûrê de bên parastin
Şemî 22 Adar 2025 - 02:50
Jinên ji bajarê Tirbespiyê bi lêv kirin ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên jinan werin parastin û gotin:"Divê bendên ku mafên jinan biparêzin, di destûrê de hebin."
Jinên ji bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê nerazîbûna xwe der barê pergala desthilata nû ya Şamê ya li dijî jinan û "danezana destûrî" nîşan da û got divê jin cihê xwe di avakirina Sûriyeyê de bigirin.
Jina ciwan a bi navê Gulê Bahdî ji civaka êzidî ye, da zanîn ku destûra ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin mafên tu neteweyan, bi taybetî yên jinan neparastiye û got divê bendên ku mafên jinan biparêzin, di destûrê de hebin.
Xedîca Îbrahîm jî "destûra ku mafên jinan tê de tune bin" red kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê hemû netewe cihê xwe di nivîsandina destûrê de bigirin. Divê bendên têkildarî parastina mafên jinan hebin ku bibin bingeha Sûriyeya siberojê.”
Lema Xelîl bal kişand ser rola jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê jinan xwe di her saziyan de bi rêxistin dikin. Divê di destûra Sûriyeyê de wekî projeya Rêveberiya Xweser ku jin pêşengiyê dikin di Sûriyeya nû de jî cih bigirin.”
ANHA/QAMIŞLO/EBAS XELEF