Tevî zaroka xwe bajar diparêze

Duşem 26 Çile 2026 - 02:55

Di çarçoveya seferberiya giştî de ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye ragihandin, şêniyên herêmê çek hilgirtin da ku herêm û saziyên xwe biparêzin.

Nûçegihanan dema xebatên şêniyan ên parastina taxên bajarê Çilaxa dişopandin, rastî jineke ji pêkhateya Ereb a bi navê Emel El Hisên hatin. Emel hem zaroka xwe ya yeksalî û hem jî çeka xwe hilgirtiye û tevî sermayê taxên bajarê xwe diparêze.

Emelê got:"Welatek ku ez neparêzim, mafê min ê jiyana li wî welatî tune ye. Ji ber vê yekê ez tev li seferberiya giştî bûm da ku herêma xwe biparêzim. Bila em hêjayî jiyana li welatê xwe bin. Îro roja parastinê ye. Li hember êrişên li dijî hebûn û yekitiya me, ez ê heta nefesa xwe ya dawîn derkevim û bajarê xwe biparêzim.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.