Aştî berpirsyariyeke giştî ye
În 20 Sibat 2026 - 03:50

Nûnerê eşîra Şerabiyan a li Sûriye û Iraqê Mihemed Arif El Hemdûn, derbarê zimanê nefretê û hevkariya di navbera eşîrên Kurd û Ereb de got:"Eşîr saziyeke civakî ya resen in ku li ser bingeha adet, kevneşopiyan tevdigerin. Di seranserê dîroka xwe de, herêma Cizîrê ji bo hemû gelên herêmê, bi hemû pêkhate û eşîrên xwe yên cihêreng, cîhek yekgirtî bûye. Pêkhateyan girêdanên civakî yên xurt parastine, kêfxweşî û xemgînî parve kirine û bi hev re jiyane. Em, eşîr, berpirsiyariyek civakî û exlaqî li hember gelê xwe hildigirin, û em bi hemû şêweyên gurkirin, zimanê nefretê û hewldanên ji bo qelskirina moralê qebûl nakin. Em komeke civakî ya cihêreng in ku bi sedan salan bi hev re dijîn, û em her yekitî û hevgirtina xwe diparêzin. Em girîngî didin hevgirtina di navbera eşîrên Kurd û Ereb de. Em yek tevneke civakî ne, bi hev re me serdemên jiyana hevbeş û têkoşînê jiyan kirine. Dîroka me hevpar e, em hêvî dikin ku em ji bo herêmê û gelê wê aramî û ewlehiyê bi dest bixin." El Hemdûn destnîşan kir ku "hin dezgehên medyayê, ku ji hêla ajendayên biyanî ve têne piştgirî kirin, hewl didin ku nakokiyan pêk bînin û aştiya sivîl têk bibin û got:’’Lêbelê, di civînên me de û di nav gelê me de, em ji bo parastina hemû beş û pêkhateyên civaka xwe dixebitin, li ser bingeha wê rastiyê ku em civakek hevgirtî ne û em bi yekitî û hevgirtina xwe bi rûmet dijîn." Mihemed Arif El Hemdûn piştgiriya xwe ji bo peymana 29`ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de anî ziman û got:"Vê peymanê rê li ber rijandina xwînê girt. Em dixwazin bi hev re bijîn, bi exlaq û nirxên xwe yên hevpar, dûrî nefret û dijminatiyê û bêyî ku bala xwe bidin kesên ku hewl didin di navbera me de nakokiyan çêkin. Ev tiştek e ku em ê qebûl nekin, ji ber ku adet, kevneşopî û girêdanên civakî yên ku me dikin yek ji her hewdaneke ji parçekirina me kûrtir û bihêztir in.”
ANHA/DIYAR EHMED














