Fedakariya dayîkên şehîdan

Duşem 26 Çile 2026 - 03:45

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî êrîşên topyekun ku destkeftiyên Şoreşa Rojava hedef digre, li ser piyan e. Dayikên bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê jî dest bi destpêşxeriyek kirin.

Dayikên şehîdan ji bo şervanên xwe yên di xeta agir de li ber xwe didin, xwarinê bi hezkirin amade dikin. Çinar Yûsiv da zanîn ku îro dibe nikaribin çekê hilgirin û biçin xetên agir şer bikin lê dikarin xwarinê çêbikin û ji şervanên xwe re rêbikin, da ku birçî nemînin û got:“Divê kes bi çavekî biçûk li dayikan nenêre û serkeftin wê para me be.” Terfa Seydo jî da xuyakirin ku ew bi nobedariya şevê taxên xwe diparêzin û bi roj jî xwarinê ji şervanên xwe re amade bikin. Terfa di dawî de got ku ew ji bo her tiştî amade ye.

NÛJINHA/SORGUL ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.