Ji bo sekinandina şer hatin gel hev
Duşem 24 Adar 2025 - 03:10
Bi milyonan kesên ku li Qada Newrozê ya dîrokî ya Amedê pîrozbahî kirin, careke din di dîrokê de cihê xwe girt. Jinên ku tevlî Newrozê bûn peyama berxwedanê dan û gotin dê heta dawî xwedî li doz û nasnameya xwe derbikevin.
Di 21’ê Adarê de li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê, bi tevlîbûna bi milyonan kesan pîrozbahî hat kirin. Newroza ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin, di dîrokê de bû şahide dîmenên rengîn.
Piştî Newrozên 2013 û 2014’an Newroza herî qerebalix Newroza îsal bû. Bi milyonan kesên ku beşdarî Newrozê bûn, bi cil û bergên xwe yên neteweyî li qadê cihê xwe girtin. Newroza îsal ji ber banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê de kir, ji Newrozên berê girîngtir û dîrokî bû. Ji ber vê yekê bi milyonan kesên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn daxwaza jiyaneke azad û sekinandina şer kir.
Jinan destnîşan kirin ku desthilatdar li aliyekî banga aştiyê dike û li aliyekî jî li Rojava li ser kurdan guleyan dibarînin. Jinan peyama berxwedanê dan û gotin dê heta dawî xwedî li doz û nasnameya xwe derbikevin.
JINNEWS/AMED