Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd
Duşem 24 Adar 2025 - 03:35
Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd ku dibe konferansa sêyemîn piştî konferansa yekemîn li Bakurê Kurdistanê li Amedê di sala 2010’an de û ya duyemîn di 22’ê Gulana 2012’an de li Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê hatibû lidarxistin, ya sêyemîn li Rojava li bajarê Qamişloyê li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Konferans bi beşdarbûna 300 delegeyan ji partiyên siyasî, sazî û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Swêd, jinên serbixwe, nivîskar, siyasetmedar û hunermend, di heman demê de Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê jî amade bûn her wiha ji Şam û Helebê jî jin beşdar bûn. Dîwana konferansê ji komîteya amadekar; berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Qasim, çalakvana hiqûqî Sîham Emoka û Narîn Metînî pêk hat. Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Belgeya konferansê ya rewşa siyasî û pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe ku amade kiribûn ji aliyê Rîham Temo ve hat xwendin.
Li dijî êrişan pêwîstî bi yekîtiyê heye
Li gorî belgeya siyasî ev hat diyarkirin:“Di nav van guhertin û pêşketinên siyasî leşkerî ku bilez çêdibin de lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Hestiyariya jinên Kurd ji bo pêvajoyê, ji bo çareseriyeke demokratîk a di Sûriyeyê de yekkirina nêrîna xwe, pêwîstiyeke demê ye. Ji bo mafên xwe weke jin misoger bikin, di heman demê de ji bo doza xwe her dayikek her jinek ku daxwaza vegera ser axa xwe roleke mezin dilîze. Dîsa ji bo jinên Kurd bikaribe di pêşeroja Sûriyeyê de xwedî deng û reng be, hebûna xwe berbiçav bike, di çareseriyê de roleke esasî bilîze, di komîteyên bên avakirin de pêwîst e misoger cihê xwe bigre.
Ev konferans xwedî wê girîngiyê ye ku jin bi yek dengî pêşengtiya Yekîtiya Neteweyî ya giştî bikin. Di heman demê de jî Rojavayê Kurdistanê dikare bi yekitiya Kurd pêşengiyê ji Kongreyeke Neteweyî ya Kurdistanê re jî bike. Li ser esasê hêza hemû jinên ku beşdarî vê konferansê dibin bi nêrîna xwe, bi pêşinyarên xwe yên ku bikevin xizmeta Yekitiya Neteweyî û misogerkirina mafên jinên Kurd a di civandina civaka Kurdî de her wiha di di çareseriya Sûriyeyê de dîrokî ye.
Encamname wê bê eşkere kirin
Li gorî komîteya amadekar bernameya rêveçûna konferansê wê prensîbên giştî yên Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd; yekitî, nasname û çanda jinên Kurd, neteweya demokratîk, perwerde û zanista jinê Jineolojî, hevjiyana azad, têkoşîna li dijî binpêkirina mafên jin, parastin û bergiriya destkeftiyên şoreşê û dê rewşa jinan di Sûriyeyê de piştî ketina Beşar El-Esed û di destûra Sûriyeyê ya nû de çawa be wê were nirxandin.
Di dawî de jî wê encamnameya konferansê were eşkerekirin.
NÛJINHA/QAMIŞLO