Tirkiye ji Kurdan dibe asteng

În 14 Adar 2025 - 17:00

  • Siyasetmedar Ehmed Silêman destnîşan kir ku tu astengiyên navxweyî li pêşiya yekitiya Kurdan nîn in, lê destwerdana derve, bi taybet jî dewleta Tirk, astenga herî mezin a li pêşiya vê pêvajoyê ye. 

Bi hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê di Kanûna 2024’an de, Sûriye derbasî qonaxeke siyasî ya nû bû. Di vê çaroveyê de hêzên siyasî û leşkerî li gorî pêdiviyên pêvajoyê û guhertinên meydanî û herêmî dest bi tevgerê kir. Di heman demê de mijara girîngiya yekitiya Kurdan derket pêş.

Têkildarî hewlên avakirina yekitiya Kurdan, cîgirê sekretrrê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ehmed Silêman axivî.

Ehmed Silêman destnîşan kir ku piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê deriyê diyalogê di navbera partiyên Kurdan de vebû û got: "Armanca ji van diyalogan yekitiya partiyên Kurdan e, nemaze ji ber rewşa aloz a Sûriyeyê girîngiya rola kurdî di sazkirina destûra nû ya welat de."

Ehmed Silêman aşkera kir ku hewlên yekitiyê di sala 2019’an de bi alîkariya Amerîka û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî dest pê kir û niha jî di bin çavdêriya çend aliyên navneteweyî de ev hewldan dewam dikin.

Der barê astengiyên li pêşiya yekitiya Kurdan de Ehmed Silêman diyar kir ku destwerdana derve, bi taybetî yên dewleta Tirk, li hemberî hewldanên avakirina yekitiyê dibin asteng.

Ehmed Silêman îşaret bi wê yekê kir ku lidarxistina kongreyeke neteweyî ya partî û tevgerên kurdî yên li Rojava dê helwesta Kurdan di dan û standinên siberojê yên li gel Şamê de bi hêztir bike û got nakokiyên berdewam di navbera hin aliyên kurdî de dê ji bo dûrxistina Kurdan ji guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê werin bikaranîn.

Cîgirê sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ehmed Silêman di dawiya axaftina xwe de got: "Bêyî beşdariya tevahî pêkhate û rengên gelê Sûriyeyê, bêyî beşdariya hêzên siyasî û leşkerî, di serî de QSD, ne mimkun e aramî li Sûriyeyê çêbe.” ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.