Gerîlayan Newroz pîrozkirin
Duşem 24 Adar 2025 - 03:40
Cejna Newrozê weke li çar aliyên Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî li gel şert û mercên şer ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hate pîrozkirin. Gerîlayan agirê Newrozê dadan, govend gerandin û bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kirin. Herwiha gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li tunelên berxwedanê jî Newroz pîroz kirin. Gerîlayan Newroz li Rêber Apo û gelê Kurdistanê pîroz kirin û govend gerandin.
BEHDÎNAN