Peyama Birêz Ocalan aştî ye

Duşem 24 Adar 2025 - 03:15

Jina Elmanî ya bi nave Gîsal ku tevlî pîrozbahiya Newroz Qendîlê bû bal kişand ser peyama Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û got: “Armanca peyama Birêz Ocalan pêkanîna aştiyê ye.”

Li gel tevlîbûna Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdisanê dost û hezkiriyên Kurdan jî cihê xwe di Newroza Qendîlê de girtin. Jina bi navê Gîsal ya bi eslê xwe Elman e tevlî Newrozê bû axivî.

Gîsal bal kişand ser peyama dîrokî ya sedsalê ya Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û got: “Pir şanaz im ku îsal li vir im û guh li peyama Birêz Abdullah Ocalan bû ku qala aştiyê dike. Hemû hêviya me ew e ku îsal aştî pêk bê. Peyama Birêz Ocalan peyama aştiyê ye.”

Gîsal qala çanda Kurdî û cilûbergên netewî yên Kurdistanê kir û wiha pê de çû: “Pir hez ji çanda Kurdî dikim. Ji ber ku xwedî taybetmendiyên cêwaz e, bi taybet pir hez ji stranên Kurdî dikim. Bi taybet rengîniya cil û bergên jinan cêwaz in û baldar in. Min kefiyek kiriye ji bo hevala xwe, weke diyarî pêşkêşî wê dikim.”

Jina Elman Gîsal bal kişand ser vîn û hêza jina Kurd jî û got: “Jinên Kurd pir bi hêz in. Ji ber ku xebatên siyasî dikin. Li gel xebatên siyasî karê malê jî dikin.”

ROJNEWS/QENDÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.