Peyv têra vegotina Aytenê nake

Duşem 24 Adar 2025 - 03:05

Dayika Ayten Beçet a ku di 23'yê Adara 2019'an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, got:"Peyv têra vegotina Aytenê nake. Em bi saya wan hatin vê qonaxê, tevî her tiştî jî em dibêjin 'aştî'. Em bang li her kesî dikin ku bi yekîtiyê re bi hêvî bin."

Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di 30’ê Nîsana 2019’an de veguherî çalakiya rojiya mirinê. Di greva birçîbûnê ya 200 rojî de Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê, Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Oltu, Medya Çinar li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê, Mahsum Pamay li Girtîgeha Xarpêtê û li Girtîgeha Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Osmaniyeyê Siraç Yuksek û li bajarê Krefeld ê Elmanyayê Ugur Şakar, ji bo şermezarkirina tecrîda Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî.

Pêvajoya girtinê

Ayten Beçet a di sala 2011'an de li Mêrsînê li nexweşxaneya çûbûyê hat binçavkirin û bi heman îdiayê dîsa hat girtin, piştî 2 salan hat berdan. Piştî hat berdan salekê vê carê dadgehê di çarçoveya heman dosyayê de 9 sal cezayê girtîgehê lê birî û piştî ceza hat girtin. Piştî demekê ji Girtîgeha Karataşê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Mûşê hat kirin û 3 sal û 6 meh şûnde sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê hat kirin.

Çalakiya wê ya fedaî

Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ma, di 23’ê Adara 2019’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.

Astengiyên sersaxiyê

Cenaze di saetên nîvê şevê de bi beşdariya hejmarek sînordar li Goristana Yeşîlkentê tê definkirin. Malbatê xwest şîna xwe li mala sersaxiyê ya girêdayê Şaredariya Şahînbeyê dayne, lê belê ji aliyê rêveberiya Şaredariya Şahînbeyê ya wê demê ya AKP'ê ve destûr nehat dayîn.

Têkildarî mijarê dayika Ayten Beçet Fatma Beçet axivî. 

Peyv têra vegotina Aytenê nake

Dayika Ayten Beçet, Fatma Beçet, pêvajoya girtina keça xwe nirxand û got, "Peyv têra vegotina Aytenê nake. Ji aliyê her kesî ve hat hezkirin. Em bi saya wan hatin vê qonaxê, tevî her tiştî jî em dibêjin 'aştî'. Divê hemû kes bibin yek, dilê min diêşe, dilê tu kesî neêşe. Em bang li her kesî dikin ku bi yekîtiyê re bi hêvî bin."

JINNEWS/DÎLOK/DERYA REN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.