Rizgariya Efrînê stratejîk e

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:51

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hate gotin "Li Efrînê rewşeke trajedîk heye, sedema vê yekê jî komên çete ne ku bi fermanên Tirkiyeyê tevahî kiryarên li dijî nirx, exlaq û pîvanên navneteweyî û hiqûqî pêk tînin. Di heman demê de demografiya herêmê tê guhertin, qetilkirin û revandin tên kirin, mafên jinan tên binpêkirin, destdirêjê û hemû cureyên îşkenceyê li wan têne kirin. Her wiha nîşaneyên dîrokî û xwezayî tên rûxandin.”

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin:

“1- Rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî vebijêrka me ya stratejîk e. Ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera birûmet a xelkê me yê koçber li ser xaka xwe, em ê tevahî îmkanên xwe serferber bikin.

2- Bêyî rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî çareserî û ewlehî li Sûriyeyê tune ne. Em bang li hêzên nîştimanî dikin ku di rizgarkirina Efrîn û derxistina Tirkiyeyê ji wir de destekê bidin têkoşîna hêzên me.

3- Ya ku li Efrînê rû dide binpêkirina tevahî nirxan e. Em bang li komîteyên navneteweyî dikin ku rastiyên li Efrînê lêkolîn bikin, binpêkirinan belge bikin, di nav de rayedarên Tirk û sûcdaran sewqî edaletê bikin. Ji ber ku sûcên li wir têne kirin bi fermanên dewleta Tirk tên kirin. Divê rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî erkên xwe yên exlaqî bi cih bînin.

4- Em ji raya giştî ya Sûriyeyê re diyar dikin ku hebûna dagirkeriya Tirk, kiryar û bandorên wê, sînorê Efrînê derbas dikin.

5- Em bang li tevahî hêzên nîştimanî yên sûriyeyî dikin ku yekitiya xwe ava bikin, ji bo rizgarkirina Efrînê tevahî îmkanên xwe bixin seferberiyê, piştgiriyê bidin berxwedana gelê me. Rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî rizgarkirina tevahî Sûriyeyê ji siyasetên parçekirin, derxistina nakokî û fitneyan e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.