Rizgarbûna Şengalê û Rizgariya Jinên Êzîdî

Nûçeyên Forum

Pêncşem 17 Mijdar 2022 - 03:37

MERWAN ZERDEŞT

 

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ), di 13’ê Mijdarê de ango di 7’emîn salvegera rizgarkirina navenda Şengalê de, duyemîn kongreya xwe li dar xist. Tevî jinên Êzîdî, jinên Ereb ên Şengalê jî bi dirûşmeya “Em ê xwe ji fermanê biparêzin azadiya jin û civakê misoger bikin” beşdarî vê kongreye bûn. Ev dirûşme bi xwe çarçove, hedef, coş û biryardariya vê kongreyê bi zelalî nîşan dide. 

Beriya vê kongreye bi hefteyekê jî li paytexta Elmanyayê Berlînê, Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Duyemîn bi dirûşmeya ‘’Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê’’ hatibû lidarxistin. Beriya her tiştî ev her du konferans û kongre di fikr û felsefeya azadiyê ya jinê de dewama hev in. Her du xebat jî bi silavkirina berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, û her wiha bi dengên ´Jin jiyan azadî´ bi dawî bûn.

Kongreya TAJÊ di salvegera rizgarbûna Şengalê de hate lidarxistin. Du peyamên esasî yên hilbijartina vê roja dîrokî hebûn. Ya yekem, jinên Şengalî xwedî li berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê ya li Şengalê derketin; jixwe di her axaftinê de berxwedana gerîla hate silavkirin û kongre li Rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Jinên Şengalî bi vî awayî çavkaniya hêza xwe nîşanî dost û dijmin da. Ya duyemîn jî, jinên Şengalî di vê kongreye de Rizgarbûna Şengalê û Rizgariya Jinê wekî heqîqeteke yekgirtî dîtin û nirxandin. Axa azad, civaka azad û jina azad yek heqîqet in û jinên Êzîdî asta zanîn û bipêşketina xwe bi peyvên sade lê kûr nîşanî dinya û alemê dan.

Jinên Şengalî bi vê kongreye re ji bo demen pêş 2 erkên bingehîn dan ber xwe. Beriya her tiştî, şûrê fermanê li ser hebûna civaka Êzîdî û bi taybet jî jinên Êzîdî hê jî ranebûye. Hem êrişên leşkerî li Şengalê dewam dikin hem jî bi rêbazên şerê taybet siyaseta qirkirina çandî tê meşandin. Jinên Şengalî ji bo hebûna xwe û civaka xwe biparêzin di vê kongreyê de helwêst û biryarên giring bi pêş xistin û wan got, ‘’Em ê xwe ji fermanan biparêzin.’’ Ango Jinên Şengalî wê li hemberî Fermana Reş jî li hemberî Fermana Spî jî têkoşîna xwe xurt bikin. Çawa ku di konferansa jinan a Berlînê de jî hatibû îfadekirin, jinan li Şengalê jî got, "Bêyî parastinê azadî nabe."

Ya din jî ew e ku misogerkirina azadiya jinan û civakê bi rêxistinbûnê ve girêdayî ye. Çawa ku piştî fermana 2014’an jinên Êzîdî pêşengî ji avakirin û parastina pergala Xweseriya Demokratîk re kir, wê ji îro û pê ve jî pêşengiya xwe xurttir bikin. Ji ber ku pergala Xweseriya Demokratîk a Şengalê rastî êrişên berfireh ên leşkerî, siyasî, civakî û çandî tê. Jinên Şengalî di vê kongreyê de biryar da ku mal bi mal hemû jinan birêxistin bikin, di her şaxê Xweseriya Demokratîk de hêza xwe ya xweser ava bikin, pergala xwe li hemberî êrişan biparêzin.

Jinên Şengalî her wiha di kongreye de peyama ‘’Em ê şoreşa jinê mezin bikin, pêngava azadkirina Êzîdxanê pêk bînin’’ da. Ev peyameke girîng e ku asta iddiaya jinên Êzîdî nişan dide. Ango xwe ji fermanê parastin û bi pêşxistina şoreşa jinê wê tene bi Şengalê sînordar nemîne. Wê ji Şengalê ber bi Êzîdxanê, ji Êzîdxanê jî bi fikra neteweya demokratîk li Deşta Nînowayê û seranserê Iraqê belav bibe. Çawa ku serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê niha li cîhanê deng vedaye, şoreşa jinên Êzîdî jî wê li herêmê belav bibe. Azadî, têgeh û heqîqeteke gerdûnî ye; jinên Rojhilatê Kurdistanê, jinên Şengalî, jinên cîhanê ku li Berlînê kom bûn, ev heqîqet îsbat û temsîl kirin. 

Wekî xaleke girîng a kongreyê; jinên Êzîdî xiyaneta ku di fermana 2014’an de li wan hatiye kirin, ji bîr nekirine û wê ti carî ji bîr nekin; ji wê, endama koordinasyona TAJÊ Lava Şengalî di axaftina dawî ya kongreyê de ev bangawazî kir: ‘’Em wekî tevgera azadiya jinên Êzîdî ji hemû hêzên saziyên mafên mirovan û ji dewletên navneteweyî daxwaz dikin, PDK ku sedema herî mezin a fermana 2014’an e, bila bê dadgehkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.