Richelieu bi torbeyên qûmê nixumandin

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Adar 2022 - 22:06

  • Li Odessa ya Ukraynayê peykerê “Richelieu” yê navdar bi torbeyên ku tijî qûm in, hate nixumandin.

Li Odessa ya Ukraynayê peykerê “Richelieu” yê navdar bi torbeyên ku tijî qûm in, hate nixumandin. Ukraynayî bi vî awayî dixwazin peykerê dîrokî ji êrişên Rûsyayê biparêzin.

Peykerê bi navê “Richelieu” sala 1828’an li Odessayê hatiye çêkirin. Ev peykerê ku li meydana Primorsky ye, ji bo kesên diçin Odessayê weke cihekî tewafê bû. Heta gelek kes ji bo peyker diçûn Odessayê. 

Richelieu bi navê tam “Armand Emmanuel du Plessis, dukê Richelieuyê” sala 1803´yan ji bo Împaretoriya Rûs, bûbû waliyê Odessayê.

Ew paşê ji bo Rûsyayê waliyê giştî yê Xersonê jî sala 1805´an. Di şerên li dijî Osmaniyan de jî di salên 1806 û 1807´an de ew ji fermandarên artêşê bû.  

ODESSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.