Çend gotin li ser WVS´ê

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 24 Çile 2023 - 11:21

Di salên dawî de, tevî xirabûna misêwa ya têkiliyên di navbera Rûsya û Ukrayna de, qada wan ya çandî hevpar dimîne. Lê em çawa zanibin ku li derveyî agahîyên di înternetê de çiqas dişibin hev? Li aliyekî kesên temen mezin hene ku qet kompûturê bi kar naînin. Li aliyê din, têgehên xapînok ên weke “Ukrayna ne Rûsya ye" li ser bingehê rojnamegeriyê û herî zêde yên pisporiyê ne, lê qet ne civaknasî ne. Berovajîkirina di warê pirsên lêgerînê de ev rê nadin ku mirov bi tevahî li nirx, qalib û vegotinên du dewletên cîran bikole.

Zanyarên Dibistana Aboriyê ya Londonê (LSE), projeya Lêkolîna Nirxên Cîhanê (WVS) ya Zanîngeha Michiganê baş şirove kirin û dîtin, berhevoka ku wan ji bo avakirina matrixê ber hev kiriye, bi kar anîne. Pêla heftemîn a WVS 100 welatên ku bersivên wan di 2017-2022´an de hatine lêkolan, li ser gelek guhertinên ku rê didin pîvana hejmarî ya nirxan in: Helwestên li hember zanistê, narkotîk, zayendî, serweriya hiqûqê, ewlehiya neteweyî, xerîdarparêzî, dubendî "otorîterîzm - demokrasî", "ferdperestî - kolektîvîzm", "egoîzm - altruîzm”, "muhafezekarî - modernîzm" û hwd. Pirsnameya hemû welatan yek bû û ji 290 pirsan pêk dihat.

Dîmenîkirina daneyên sosyolojîk nêzîkbûna herî zêde ya Ukrayna bi Rûsyayê re destnîşan dike. Yan jî berevajî: Ji Rûsyayê heta bi Ukraynayê. Di warê nirxên ji WVS, Belarûs hinekî dûr e. Dûrtir Kazakistan e. Ya herî bêdestûr Swêd e. Heger em daneyên salên berê (ji 1981 heta 2014) lê zêde bikin, dê Ukrayna û Belarûs nêzî hev bin, Rûsya pirr nêzîk e û Kazakistan hinekî pêştir e.

Divê destketiyên civaknas û matematîkzanan neyên nepixandin. Xebatên wan nîşan didin ku di warê nirxan de, ne tenê Swêd-Norwêc, Brîtanya-Fransa yan Elmanya-Hollanda, di heman demê de cotên herî ne diyar ên Ermenistan-Tirkiye jî pir nêzî hev in. "Wekheviya" wan jê tê dîtin di têkiliyên bi nirxên jiyanê yên di civakê de, di jiyana rojane de, di têkiliyên bi dewletê re, di dijminatiya hevdu de û di wê nefretê de ku pirr caran betal nake.

Ji ber giringiya tetbîqatên konstruktîvîst (avaker) di avakirina netewe de, hê ewletir e ku mirov bibêje, teoriyên mezin û tevlihev ên zanyaran ji hêla pratîka siyasî ve têne şikandin, ku tê de dawiya nakokiyên din nayê dîtin. Li aliyê din, dibe ku ev hejimar bin yên ku dibe ku nêzîkbûna çandî, exlaqî, nirxî ya gelên şerker nîşan bidin, yên ku dîroknasên din bi biratî yan jî yek hevpar bi nav dikin.

Şerên navxweyî yên herî hov jî bi dawî dibin. Û dema ku sînorê dewletê ji rêza pêşîn raweste, belkî hêja ye ku bala xwe bidin heman bersivên li aliyên wê yên cuda.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.