‘Demsala Nan’ li Moskowayê hat nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

În 25 Nîsan 2025 - 00:16

Fîlma Kurdî “Demsala Nan” ku behsa jiyana malbatekê li Amedê dike, di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Moskowayê de hat nişandan.

Ji 17’ê Nîsanê heta 24’ê Nîsanê li Moskowayê 47’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Moskowayê dewam dike. Ev festîval cara yekem di sala 1935’an de bi rêvebertiya Sergêy Êzênştêîn hatibû lidarxistin û ji sala 1959’an heta îro her sal  bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Fîlmên ji welatên cûda ji bo vê festîvalê tên hilbijartin.

Di bernameya Festîvalê ya îsal de fîlmeke Kurdî ya bi navê “Demsala Nan” ku ji alîyê derhênerên Kurd Emîr Hesenporî û Enwer Hesenporî ve hatîye çêkirin, yek ji wan berheman bû ku di vê platformê da di katogorîya pêşbirkê de hate nişandan.

Derhênerên “Demsala Nan” Enwer û Emîr Hesenporî pîştî nîşandana fîlmê derketin pêş temaşevanan û pirsan bersivandin. Enwer Hesenporî qala fîlmê kir û got: “Ez dikarİM bêjim ku ev fîlm ser kedê windabûyî ya jinên Kurd hatî şikil girtiye, ji ber ku jinên Kurd yên herî dihêlin ku di jiyanê de her tişt ser piya be û birêve biçe.”

Emîr Hesenporî jî behsa bernameyê wan ya nîşandana filmê kir û got: “Hêvîya me ew e ku em bikaribin vê fîlmê li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur jî nîşan bidin. Em dixwazin “Demsala Nan” li Efrîn, Kobanî jî werin nîşandan. Ji ber ku ev fîlm behsa çîroka gele Kurd dike.”

Fîlma “Demsala Nan” yek ji 13 fîlman e ku beşdarî katogoriya pêşbirkê bûye.

ROJNENWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.