Şehîdên meha Gulanê bibîranîn

Çarşem 21 Gulan 2025 - 02:55

Kurdistaniyên li navçeya Yarşov a herêma Saratov a Rûsyayê bi merasîmekê şehîdên meha Gulanê û her du pêşengên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn.

Merasîm li Mala Kurdan a navçeyê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre Hevserokên Otonomiya Kurdan a Yarşovê Mîrza Alî Yûsubov û Gulîzer Yûsubov axivîn.

Qisekeran behsa wate û girîngiya rojê kirin û diyarkirin ku bi saya tekoşîna şehîdan, gelê Kurd li cîhanê bûne xwedî hêz û destketî.

Her wiha Endamê Meclîsa Dêrgêçî ya herêma Saratovê Îsmaîl Yûsubov û Endama Otonomiya Çandî ya Yarşovê Sultan Yûsubov jî di merasîmê de axivîn.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeya; “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.