Droneyan Moskov bombebaran kir

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 30 Gulan 2023 - 15:58

Şaredarê Moskovê Sergey Sobyanîn diyar kir ku dronan gelek avahiyên li Moskovê bombebaran kirine. Ev êrişa duyemîn e ku li dijî herêmê pêk tê.

Sobyanîn li ser Telegramê got, di encama êrişê de zirarên piçûk li gelek avahiyan bûne, belê ti kes birîndar nebûye.

Waliyê Moskovê, Andrey Vorobyov jî got, gelek drone, dema ku nêzî Moskovê bûne, hatin xistin.

Li gorî agahiyên destpêkê, pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê New û herêma Rublovka ya Moskovê, 13 drone xistine xwarê.

Rayedaran da zanîn ku 3 droneyan li avahiyên li Kolana Leninsky Prospect, Kolana Profsoyuznaya û Kolana Atlasova bombebaran kirine. Tîmen awarte yên Moskovê jî got, droneyan li Moskovê Kolana 98 Prosoyuznaya û Kolana Atlasova 2 avahî bombe kirine. Belê ti kes birîndar nebûye.

Ev êrişa duyemîn a li dijî Moskovê ye.

Rûsyayê jî di heman demê de êrişên xwe yên bio dron û mûşekan li dijî Kîev û gelek bajarên Ukrayndayê dewam kir.

MOSKOV

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.