Rastîya dîrokî û konjuktura siyasî

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 14 Mijdar 2023 - 00:18

Skandala bi axaftina li Parlamena Kanadayê ya ji aliyê kevneperestê beşa ‘SS Galicia’yê* ve, serê raya giştî ya welatên rojava tevlîhev kir. Nabe ku were gotin, paşeroja tarî ya gelek Ukrayniyên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi girseyî hatin Cîhana Nû, veşartî bû. Hikûmeta Kanadayê, di nîvê duyemîn ê 1940’î de deriyên welatê xwe ji bo endamên berê yên hêzên dilxwaz ên Ukraynayê ku li kêleka Elmanyaya Nazî şer dikirin, vekir. Lê paşê, di destpêka Şerê Sar de, wan biryar da ku pêşî li desteserkirina siyasî hat, û wan hewl da ku metirsiyên wêneyan kêm bikin bi balkişandina wê yekê ku tenê ew xaziyên ku bi xwe beşdarî tawanên li dijî sivîlan nebûne, dê mafê koçberiyê wergirin. 

Yekser piştî sala 1945’an, zêdetirî 34 hezar kesên bêwar, çûn Kanadayê, di nav wan de bi hezaran şervanên berê yên UPA (Artêşa Serhildêr a Ukraynayê), beşa SS Galicia û endamên OUN (Rêxistina Neteweperestên Ukraynayê) hebûn. Di nav wan de yên ku her çend bi awayekî fermî ne girêdayî yekîneyên paramîlîter bûn jî hebûn, lê navûdengê wan xirab bû. Mînak, wê demê Michael Chomiak li Kanadayê bi cih bû, û pênc salan wî rojnameyeke alîgirê Naziyan, şidetparêz û antî-semîtîk li Krakowa dagirkirî -heta ku Nazî şikestin- weşandibû, û yekser Joseph Goebbels piştgirî dida vê rojnameyê. Nevîya wî Chrystia Friedland gelek caran di Hikûmeta Kanadayê de wezîfeyên wezîrtiyê girtiye û ji sala 2019’an û vir ve jî cihgira serokwezîr e.

Argumana ku xaziyên SS-Galiciayê ji ber sûcên ku li dijî sivîlan hatine kirin, ne sûcên kolektîf in, venagere Dadgeha Nurnbergê, lê vedigere çalakiyên Komîsyona Sûcên Şer ên Kanadayê, yên ku di sala 1985’an de piştî daxuyaniyên dubare yên welatên Rojhilatê Ewrûpayê û Îsraîlê,  Ottawayê damezrand ji ber veşartina kesên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de beşdarî komkujî û qirkirinê bûne. Komîsyonê piştî lêkolîneke ferdsî ya dozên 774 gumanbaran, di nav du salan de tenê di 20 dozan de hêmanên sûc dîtin, û tenê çend doz gihîştin dadgehê. Dîrok, bi vî rengî, biryara xwe li ser zilamên SS´ê yên Ukraynayê da. Dadgeha Nurnbergê jî heman tişt kir. Divê ev yek tam îro were bibîranîn, dema ku rastî gelek caran di bin navê berjewendiya siyasî de tê qurbanîkirin.

Ne tesaduf e ku piştî bûyera nû, serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau tiştekî çêtir nedît ku ji mirovan daxwaz bike da ku li gorî propagandaya Rûsî tevnegerin. Dîroka beşa SS-Galiciayê demeke dirêj hate lêkolînkirin. Aliyên wê yên sereke zelal in û nabin sedema nakokiyên bingehîn di navbera pisporan de. Lêbelê, şert û mercên nûjen me neçar dikin ku em vegerin ser wê: Divê rastiyên dîrokî dîsa ji rengên siyasî werin paqijkirin. 

* 14. Beşa Piyade ya Dilxwaz a "SS-Galicia"yê (1emîn Ukraynayî); ew bi navê "SS Division Galicia" tê zanîn - avabûneke taktîkî ya leşkerên SS´ê yên Elmanyaya Nazî, ku ji hevkarên dilxwaz ên Ukraynayê hatibûn berhevkirin û di sala 1943-1945’an de beşdarî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.