Portreyên bi ben ên Marchenko

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Sibat 2024 - 03:45

Hunermenda bi navê Katerina Marchenko bi benan portreyan dineqşîne. Nexasim jî portreyên wê yên mezin ku benan çêkirine hêjayî dîtinê ne. Hûrgiliyên wê yên ku bi saya benên rengo rengo hatine avakirin nîşan didin ku ew ji vî karî gelekî hez dike û hewl dide karekî serketî derbixe holê.

Marchenko pêvajoya karên xwe bi rêya vîdeoyan qeyd jî dike. Di van vîdeoyan de tê dîtin ku ew bi çi awayî ta û derzî bikartîne. Ew bi hêz û afirênriya destê xwe pirr bawer e û nîşan dide ku ev kar hemû keda destan in. Marchenko di hinek portreyên xwe de benên zêde nabirre û weke xwe dihêle. Ev benên zêde ku nehatine birrîne dihêlin ku portre xweşiktir û cudatir werin xuyanê. 

Marchenko ji xeynî portreyên mezin ên bi ta hatine çêkirin projeyên cudatir jî dibe serî. Meyla wê ya li ser anatomiya insan û hunera xêzê di hemû berhemên wê de derdikeve pêş. Ji xwe ev meyla wê ye ku dibe havênê hemû berhemên wê. Her wiha ew bi van berhemên xwe hunera nîşan dide ku hunera neqişandinê dikare bi awayên dîtir jî were îcrakirinê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.