Bi hunerê tiştên şikestî bi bîr tînin

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Sibat 2024 - 00:38

Hunermenda hunerên medyayî yên tevlîhev Artashes Sardarian û hunermenda bi navê Katerina Marchenko ku di warê neqşan de şareza ye, bi hevre berhemên xweşik disêwirînin. Ew du huneran bi hevdu re dinirxînin û hêza hunera hevkar nîşanî bîneran didin.

Neqşên Katerine Marchenko bi hunera “kintsugi” ya Artashes Sardarian re dibe yek û bi vî awayî berhemên vintage xweşiktir dibin. Sardarian teyfik û sênikên şikestî bi rêya teknîka “kintsugi” bi hev ve dizeliqîne û ji bo zeliqandina van teyfikan malzemeyekî weke zêr bi kar tîne ku ev malzeme taybetmendiya sereke ya hunera “kintsugi” îşaret dike. 

Sardarian ji bo van berhemên balkêş û xweşik dibêje; “Ji tiştên şikestî ber bi xweşikiyê; eynî weke van teyfikên şikestî ruhên parçebûyî jî tên tamîr kirin ango diselihin.” Marachenko jî balê dibe ser malzemeyên kevn ên ku şikestî ne û nayên bikaranîn û dibêje; “A rast ev tiştê ku em dikin weke metaforekê ye jî. Em bi van berheman tiştên hatine jibîrkirin ango yên kevn ji nûve zindî dikin. Ew guliyên ku li ser van teyfikan digerin û xwe ber bi jêr ve berdidin guherîn û dibetîyan sembolîze dikin. Her wiha weke ku ew sînoran nas nakin jî tên xuyanê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.