Rûsyayê êrîş bir li ser Odessayê

Nûçeyên Cîhan

Duşem 24 Tîrmeh 2023 - 00:41

  • Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku êrîşa mûşekî ya li ser bajarê Odessayê dê "bê bersiv" nemîne.

Di êrîşa Rûsyayê ya li ser bajarê Odessayê yê Ukraynayê de kesek mir û 22 kes jî birîndar bûn.

Serokê Îdareya Dewletê ya Herêma Odessayê Oleg Kiper li ser kanala xwe ya Telegramê û tê de ragihand ku Rûsyayê êrîşek li ser Odessayê pêk aniye. Kiper vê êrîşê wek êrîşeke “terorê” bi nav kir û ragihand ku di êrîşê de binesazî, xanî û avahiyên olî yên li bajêr zirar dîtine. Her wiha hat ragihandin ku di encama êrîşê de Dêra Spaso-Preobrajenskiyê zirareke mezin dîtiye û Şaredarê Odessayê Gennadiy Trukhanov çûye cihê bûyerê. Li gorî Polîsên Neteweyî yên Ukraynayê di encama bombebarana Rûsyayê ya li Odessayê de kesek miriye û 4 jê zarok 22 kes jî birîndar bûne. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku êrîşa mûşekî ya li ser bajarê Odessayê dê "bê bersiv" nemîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.