Revandina Silêman Ehmed şermezar dikin

Şemî 4 Mijdar 2023 - 00:45

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 10 roj in winda ye.

Têkildarî vê yekê Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî revandina Silêman Ehmed bi tundî şermezarkirin. Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya wargehê, bi tevlîbûna rojnamevanên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê rojnamevan Farqîn Kara ve hat xwendin û wiha hate gotin:“Li her cihê ku dagirkerî, gendelî, diktatorî, zilm û çewisandin tê kirin, azadiya fikir û raman lê tê asteng kirin. Kesên ku daxwaza azadiya fikirên xwe dikin jî rû bi rûyê zext û êrişan dibin. Yek ji beşên ku para xwe ji van êriş û zextan digire jî rojnamevanî ye. Dema ku roja 25’ê Cotmehê rojnamevan Silêman Ehmed ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibû, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin û windakirin. 

Divê Iraq berpirsiyariya xwe pêk bîne

Hikûmeta herêma Kurdistanê û hêzên PDK’ê jî dizanin ku Silêman Ehmed rojnemevane û 5 salin jî li Silêmaniyê, edîtoriya Rojnewsê ya beşa Erebî dike. Ne tenê li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Rojava rojnamevan dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker, her wiha rojane li Rojhilatê Kurdistanê rojnamevan têne girtin, êşkencekirin û cezakirin.

Tişta ku PDK’ê kirî sûce û navê Iraqê xera dike. Em ne derewên PDK’ê qebûl dikin û ne jî bêdengiya hikûmeta Iraqê qebûl dikin. Em wek endamên çapemeniya azad bang dikin ku hikûmeta Iraqê bi erk û berpirsyartiya xwe rabe û kesên qanûnan binpê dikin bidarizîne û her wiha bêyî ku îdîayên bêbingeh werin nîşan dan, tavilê rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.”

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.