Rapvanan heqaret qebûl nekir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Nîsan 2021 - 03:51

Arafat Abu Chaker, karsezekî li Berlînê ye û beriya çend rojan, wî di axaftineke di Clubhousê heqaret li Êzîdîtiyê kir. Piştî vê wî fermî doza lêbihurînê kir. Lê axaftina wî zirara xwe kir. Li ser vê pêşî rapvanê Kurd û Êzîdî yê ji Rojava Enemy bersiv da û got, "Yê ku heqaretê bike û rêzê negire, heqaretê li xwe bi xwe dike."

Rapvanekî din ê Kurd ê navdar li Elmanyayê Fero47 jî piştî wî, daxuyaniyek da û got, "Demeke dirêj ez lê fikirîm ka ez bersivekê bidim Arafat yan na, ne weke Kurdekî, lê weke mirovekî! Weke mirovekî durist, diviya te zanîbûna ku divê mirov ti hukmî li ser dînên din nede." 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.