Jinek û zarokên xwe wenda ne

Sêşem 18 Hezîran 2024 - 00:26

Li gorî nuçeya ajansa ANF’ê, jina Êzidî ya bi navê Emşa Selim Hevend li gel 3 zarokên xwe Mahî, Amed û Sozvîn ku bi xwe ji komelgeha Girzerik a Şengalê ye û li kampa Beadrê ya Duhokê dima, winda bûne. Hate diyarkirin ku Emşa Selim li gel 3 zarokên xwe, piştî ji bo biçin dixtor bi rê ketin, êdî agahî ji wan nehate girtin û hîna jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Li gorî heman agahiyan li ber derê kampê Emşa û zarokên xwe li wesayîtekê siwar bûne û êdî ti agahî ji wê û zarokên wê nehatine girtin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di nava van salên derbasbûyî de bi dehan keç û jinên Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê winda bûne û heya niha çarenûsa wan nehatiye diyarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.