Rêxistina sîwan a jinan: SMJÊ

În 22 Mijdar 2024 - 03:30

  • Piştî fermana 74’an jinên Êzîdî li Kurdistanê heya Ewrûpa û tevahî cîhanê dest bi rêxistinkirinê kirin. Ji wan rexistinan yek jî Siwana Meclisa Jinên Êzîdî (SMJÊ) ya Elmanya ye. 

ARAT ARARAT

Berdevka SMJÊ Nûjîyan Gunay derbarê xebatên xwe û pêşiwazîkirina 25’ê mijdarê de axivî û wiha got:’’Di sêri de, em dixwazin bejin ku silavên Rêber Apo ji me re şandibûn gihiştin me û em bi dilgermiyek mezin silavên xwe wek SMJÊ, ji rêberê xwe re dişînin, herwiha di xebatên xwe yên di çarçoveya pêngava ‘‘Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’’ ku tê meşandin bi bawerin ku di demek nêz de, mizgîniya azadiya rêberê xwe bibihîzin. Çalakiyên me wê bi dirûşmeya ‘YOUR WAR OUR BLOOD’, (şerê we li ser xwîna me“) bên li dar xistin. Çalakiyên vê salê ji 18’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê wê bi TJK-E re bên pêkanîn, wek heftiya çalakiyan, wê semîner, panel, temaşekirina filman, şevên çandê meşê bên lidarxistin. Ew ê di 23’ê Mijdarê de jinên Kurd meşeke girseyî lidar bixin û em herkesî vedixwînin vê meşê. Roja 25’ê Mijdarê jî tevî jinên Enternasyonalîst, wê meşeke hevbeş were pêkanîn.

Ji pirsgirêkan re dibin derman

Berdevka SMJÊ Nûjiyan Gunay derbarê xebatên xwe yên li Elmanyayê jî ev agahî dan:’’Li Elmanyayê Jinên Êzîdî, di 7’ê Sibata 2016’an de, Siwana Meclîsên Jinên Êzîdî hat avakirin. Ji hêla toreke mezin a jinên xêrxwaz ve hate piştgirî kirin. Yekitiya Jinên Êzîdî xwe wek beşek ji tevgerên jinên navneteweyî dibîne ku xebatên wan ji bo bidestxistina mafên jinên Êzîdî wek yên hemû jinan, wek beşdarbûna jinan di hemû qadên civakê de û azadiya cinsî ye. Ne tenê Elmanya, jinên li tevahiya Ewrûpayê, ji bo alîkariyê û çareserkirina pirsgirêkan serlêdana me dikin. 

Aqûbeta 2700 jinan ne diyar e

Nûjiyan Gunay derbarê jinên Êzidî ku piştî jenosîda li Şengalê hatin revandin û aqûbeta wan nayê zanîn de jî wiha got:’’Agahîya me ya dawî zêdeyî 2700 jin û zarokên me hê jî aqûbeta wan ne diyar e. Jineke Êzîdî, ku bi zaroktîya xwe ketibû destê DAIŞ’ê, li Xezayê hate rizgarkirin. Li Tirkiyê zarok û jinên Êzidî hatine belav kirin û ev bi xwe li gori hiqûqê navnetewi sûcê dijî mirovahîyê ye. Piraniya jinên ku ji aliyê YPG-YPJ û QSD’ê hatina rizgar kirin di kampa Holê hatine rizgar kirin. Gelek jinên ku hêjî di kampan de dîl tên girtin, ji tirsa newêrin bêjin ku ew Êzîdî ne. Ji ber wê nikarin werin rizgar kirin. Têkîlîyê TAJÊ bi wan re hene û bi riya wan teslîmî malbatên wan tên kirin û em û TAJÊ bi hev dû re dixebitin. Em piştgiriya hemû rêbazên azad kirin û vegerandina hemû jin û keçên ji koletîyê dikin. Bang li dewlet û dezgehên ku welatên ku jin û keçên Êzîdî hatine firotin dikin, bi lêkolînên taybetî destnîşan bikin û gavên hiqûqî bavêjin. Piştrast bikin ku ew hemû piştgirîya ku ji bo dermankirina wan li cihê vegerandinê pêwîst e, bikin.

Bi rêya Nadya Murad 

Êzîdiyan derdixin derve

Nûjiyan Gunay derbarê helwesta malbata Barzanî ya li hemberî civaka Êzidî jî wiha got:’’Piştgiriya jinên Êzîdî yên rizgarkirî ne bi derxistina wan a derve careser dibe. Ev bi sere xwe qirkirina derûnî ye. Jinên êzîdî ancax li ser axa xwe dikarin bên derman kirin. Dûr xistina ji cîh û warê wan, bi sêrê xwe, erişa derûnî ne. Ji xwe malbata Barzanî, dixwaze Şengalê ji Êzîdîya xali bike, vala bike. Mixabin di vî warî de jineke Êzîdî weke Nadiya Murad rê dide wan, ku wê bi kar binin.

Em li rû bi rûyê qirkirina spî ne jî

Li diji siyaseta qirkirinê, divê jin li her derê xwe bi parêzin û rê nedin qirkirina jinê. Xwe bi rêxistin bikin, yekitiya xwe wek jin li seran serê Cihanê ava bikin. Em vê gavê wek jinên Êzîdî ne tenê bi qirkirina baweri û çanda êzdiyatiyê, û “ qirkirina sor “ bi qirkirina spi “re ji rû bi rû ne. Ji herkesî zêdetir divê em xwe bi rêxistin bikin. Herwiha em bang li hemi jinan dikin ku tev li çalakiyên 18’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê bi TJK-E bên li darxistin bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.