Li dijî tundiyê dixebitin

Duşem 25 Mijdar 2024 - 02:15

Çalakvanên jin ên Sûriyeyî diyar kirin ku tundiya li ser jinan û êriş dewam dikin. Jinan gotin ew hewl didin xebatên meclisê pêş bixin ku bibe dengê hemû jinên tundî li wan tên kirin.

Bi wesîleya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî çalakvanên jin ên ji Sûriyeyê der barê rewşa niha ya jinên Sûriyeyî axivîn.

Tundî dewam dike 

Çalakvana jin a serbixwe Nataşa El Esfari diyar kir ku tevî ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan beriya 60 salan dest pê kirine, lê hîn jî li hemû deverên cîhanê tundî li dijî jinan bi dewamî tê kirin. Di 13 salên derbasbûyî de, civaka Sûriyê gelek êş û ziyanên derûnî û aborî dîtiye, ku bûye sedema tundiya li ser jinan, çi li ser kar û çi di nav malbatê de. Xebatên jinan dê dewam bikin."

Li dijî tundiyê dixebitin

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rihab Îbrahîm jî diyar kir ku meclis beşdarî hemû çalakiyên têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dibe û balê dikişîne ser jinên ku tundî li ser wan tên kirin.

Rîhab destnîşan kir ku ew hewl didin xebatên meclisê pêş bixin ku bibe dengê hemû jinên tundî li wan tên kirin, çi li hundir û çi li derve. Her wiha anî ziman ew ji bo vê armancê çalakiyên mîna civîn û panelan li dar dixin.

Jin tevahiya civakê ye 

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Xedîce El Hemdan jî diyar kir ku jin ne nîvê civakê ne, tevahiya civakê ne û wiha domand: "Ji ber ku wan nîvê din ê civakê aniye dinyayê, tevî wê jî tundî li wan tê kirin, ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan tê wateya têkoşîna li dijî tundiya li ser civakê."

ANHA / HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.