Helwesta Şamê cihê fikaran e
Sêşem 9 Kanûn 2025 - 03:15

Siyasetmedar û çalakvanên civakî der barê xetereyên gotinên kîndariyê li ser aştiya navxweyî li Sûriyeyê hişyarî da û bang kir ku dawî li vê rûdanê were û diyaloga Sûriyeyî were bipêşxistin.
Li Sûriyeyê di demên dawî de gotînên kîndariyê bi awayekî berbiçav zêde û gur bûne. Ev diyarde di kombûn û çalakiyên ji bo salvegera hilweşîna rejîma Baas`ê de pir diyar bû, di wan kombûnan de dirûşm û gotinên li dijî pêkhateyan hatin kirin.
Siyasetmedar û çalakvanên civakî der barê mijarê de nerînên xwe anîn ziman.
Ji rêvberên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ezîz Silêman destnîşan kir ku redkirina gotînên kîndariyê erkê hemû Sûriyeyiyan e. Ezîz Silêman diyar kir ku divê dezgehên medyayê yên hikûmeta veguhêz xîtabeke neteweyî ya yekgirtî bipejirînin. Her wiha diyar kir ku bi hilweşîna rejîma Baas`ê re, li herêma peravê li dijî Elewiyan û li Siwêydayê li dijî Durziyan komkujî pêk hatin, li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gef tên xwarin. Ev pêkanîn encamên gotinên kîndariyê yên li ser medyayê ye, hin kes jî di nav hikûmeta veguhêz de hene ku vê yekê gur dikin.”
Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Ezher Ehmed diyar kir ku hin alî gotinên kîndariyê gur dikin, hewl didin ku aramiya welêt têk bibin, diyaloga Sûriyeyî asteng bikin, li pêşiya aştî û çareseriyan bibin asteng.
Der barê kîndariyê ya li ser medyaya dîjîtal de hevserokê Meclîsa Bajarê Hesekê Farûq Tozo, got ku hemû nîşane eşkere dikin saziya ku hemleyên kîndariyê yên li ser medyaya civakî pêş dixin, ji hin aliyan ve têne piştgirîkirin.
Farûq Tozo bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku tedbîrên lezgîn ên bidawîkirina kîndariyê bigire.
ANHA/HESEKÊ/BILIND HECÎ















