Şam peymanê dereng dixe

Sêşem 9 Kanûn 2025 - 03:45

Berdevka şandeya Rêveberiya Xweseriya Demkoratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya dan û standinên bi Şamê re, Meryem Îbrahîm, diyar kir ku Rêveberiya Xweser pabendî şertên peymana 10`ê Adarê ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin e. Meryem destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser tavilê dest bi pêkanîna erkên xwe kir, bi taybet di warên leşkerî û ewlehiyê de. Meryem Îbrahîm da zanîn ku Şamê hîn gavên berbiçav neavêtine, bi fermî lihevkirina ku entegrekirina QSDˊê di nav artêşê de û destnîşankirina fermandarên wê di Wezareta Parastinê de, ranegihandiye. Ev heta niha tenê lihevkirinek devkî ye, nehatiye pêkanîn. Meryem Îbrahîm diyar kir ku astengî ne ji Rêveberiya Xweser in, lê hikûmeta veguhêz paşguh dike. Meryem destnîşan kir ku rêveberî  bi yekitiya Sûriyeyê, hem ax hem jî gelê wê û bi rêgeza guherandina destûrê ve girêdayî ye da ku hevkariyek rastîn di navbera her du aliyan de were pêkanîn.

Rêkeftin pêdiviya lezgîn e

Meryem Îbrahîm diyar kir ku pêşketinên herêmî û navneteweyî bandorê li pêvajoya danûstandinan dike û da zanîn ku bangên erênî ji DYE, Fransa û hin dewletên Ereb hene, ku xwestekek rastîn ji bo piştgiriya çareseriyek siyasî nîşan dane. Lê hember wê hin destwerdanên herêmî yên neyînî jî hene, bandorê li hikûmeta veguhêz dikin da ku danûstandinan asteng bikin, nakokiyan derxin holê. Meryem destnîşan kir ku ji bo lihevkirinek were çêkirin, divê dewletên garantor hebin. Meryem pêşniyar kir ku DYA, Fransa, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdun û Herêma Federal a Kurdistanê dikarin wekî garantorên pêkanîna peymanê tev bigerin. Meryem diyar kir ku roleke herêmî ya çalak a Tirkiyeyê jî heye, ger ku bi awayekî avaker were bikaranîn, wê ji bo serkeftina peymanê û aramiya di navbera du welatên cîran de bibe alîkar. Meryem Îbrahîm hişyarî da ku berdewama hişmendiya navendî dê perçebûna civakî kûrtir bike û aştiya navxweyî tehdît bike û got:"Nîşaneyên cidî yên nakokiyên navxweyî hene ger rêkeftina 10`ê Adarê bi lez neyê bicîhanîn. Meryem Îbrahîm diyar kir ku serkeftina danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikûmeta veguhêz de êdî ne vebijarkek e, lê pêdivîyek lezgîn e ku Sûriyeyê ji hilweşînê rizgar bike.

ANHA/MIZGÎN ELÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.