Divê em li dijî tundiyê têbikoşin

Pêncşem 8 Gulan 2025 - 03:05

ROZA METÎNA / AMED

Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan têkildarî tundiya li ser jinan diyar kir ku ew bi baweriyek mezin dixebitin ku jin azad bibin û tundî bi dawî bibe û wiha got:” Divê em nesekinin, nemaze di demên wiha de. Divê em li dijî tundiyê bêtir dengê xwe bilind bikin, têbikoşin.”

Piştî feshkirina Peymana Stenbolê bi taybet tundiya li ser jinan zêde bû. Her wiha zagona 6284'an jî di nava partiyan de bû mijara bazarê. Li gorî daneyên ku ajansa JINNEWS'ê berhev kirine di meha Nîsanê de 34 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 

Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan têkildarî tundiya li ser jinê, bandorên qeyrana aboriyê, parastina mêr a ji aliyê darazê ve nirxandin kir. Dîlek Başalan got:"Dema em  tundiya li dijî jinan dinirxînin, divê em bibînin şîdeta jin pê re rû bi rû dimînin ne pirsgirêkek takekesî ye pirsgirêkek sîstemîk a kûr e."

Tundî ne pirsgirêkek takekesî ye

Dîlek Başalan bi lêv kir ku tundiya li ser jinan berhema zihniyeta baviksalarî ye û wiha got:"Dema em  tundiya li dijî jinan dinirxînin, divê em bibînin şîdeta jin pê re rû bi rû dimînin ne pirsgirêkek takekesî ye pirsgirêkek sîstemîk a kûr e. Tundiya li dijî jinan encama zîhniyeta serdest a mêran e û bi hezaran salan e dewam dike. Newekheviya zayendî heye, keda jinan nayê dîtin. Em ji bo mafên xwe li kolanan çalakiyan çêdikin. Ji bo parastina destkeftiyên xwe û li dijî tundiyê polîtîkayên xwe pêş dixin."

Peyman hevgirtina jinan mezin dike 

Dîlek Başalan di heman demê de bal bir ser peymanên navneteweyî yên li dijî tundiya li ser jinan û wiha pê de çû:"Girîng e meriv bizanibe peymanên navneteweyî yên wekî Peymana Stenbolê ne tenê metnên qanûnî yên ji bo jinan in. Ew bi awayekî pir zelal mafên herî bingehîn ên wekî jiyana jinan di hawîrdorek ewle de, wekhevî û mafê jiyanê destnîşan dikin. Bê guman ev pênase û zelalî dikarin bi awayekî erênî destkeftiyên zêde bînin. Em dikarin Qanûna Hejmara 6284'an wekî mînak bidin. Peymanên wiha berpirsiyariyên pir zelal û eşkere li ser dewletê ferz dikin. Peymanên navneteweyî, hevgirtina jinên navneteweyî mezin dike û xurt dike."

Mêr tên parastin

Dîlek Başalan diyar kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê rê li tundiyê vedike û wiha got:"Di dema serlêdanên têkildarî tundiya li ser jinan de herî zêde tiştê ji jinan dibihîsim ev e; dibêjin em baweriya xwe bi mekanîzmayên heyî nînin. Bê guman pêşketina vê nebaweriyê polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê mêr tên parastin. Loma ewlehiya jinan li kolan, mal, dibistan û li her derê tuneye."

Qeyrana aboriyê tundiyê zêde dike

Dîlek Başalan bi lêv kir ku qeyrana aboriyê jî bandoreke neyînî li ser jinan dike û wiha dewam kir:"Dibe ku qeyrana aboriyê ya ku em dijîn ji bo hin kesan tenê dane be, lê ne tenê hejmar in û ne jî tenê rêjeyên bêkariyê ne. Qeyrana aboriyê pirsgirêkek avahiya civakî ye û her ku ev pirsgirêk mezin dibe, jin rasterast ji encamên wê bi bandor dibin. Qeyrana aboriyê rolên zayendî xurt dike û tundûtûjiya li dijî jinan zêde dike. Her ku qeyrana mêraniyê û qeyrana aboriyê kûrtir dibe, jin û zarok herî zêde ji vê qeyranê bi bandor dibin."

Mobîng bandorê li jiyana jinan dike

Dîlek Başalan bal bir bandora mobînga li ser jinan û wiha got:"Em li ser tundiya psîkolojîk lêkolînên pir berbiçav dikin. Mobîng jî dewam dike. Ez difikirim ku mobîng hîn jî ne pir xuya ye. Mobîng bi gelek awayan bandorê li jiyana jinan dike. Ji ber vê yekê, mobîng divê bêtir di rojevê de be û çîrokên derketina ji wê divê bêtir xuya bibin. Em pir baş dizanin ku jin dê tu carî ji têkoşîna mafên xwe paşve gav neavêjin, tenê hewce ye bêtir li ser bixebitin û bêtir xuya bikin."

Divê em li dijî tundiyê têbikoşin

Dîlek Başalan da zanîn divê ew her tim li dijî tundiyê bixebitin û wiha bi dawî kir:”Em qet civînên xwe yên bi jinan re paş naxin. Em her tim dixwazin bi jinan re yek bi yek têkiliyê daynin. Ji ber em dizanin em dikarin di civînekê de û parvekirina ezmûnên xwe de encamên mezin bi dest bixin. Bi hevgirtina jinan, em hem tundûtûjiyê pênase dikin û hem jî bi hev re rêyên derketinê fêr dibin. Parvekirina raporên me yên li ser atolyeyan, lêkolînên me, yan serlêdanên ku em distînin beşên herî girîng ên vê têkoşînê ne. Em bi baweriyek mezin dixebitin ku jin azad bibin û tundiya li ser jinê rabe. Divê em nesekinin, nemaze di demên wiha de. Divê em li dijî tundiyê bêtir dengê xwe bilind bikin, têbikoşin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.