Jin jiyan azadî olan da

Çarşem 27 Mijdar 2024 - 03:00

  • Li Kurdistan, Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî daketin qadan û gotin: Nikarin Jin, Jiyan, Azadî qedexe bikin. Durûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li meydanan olan da.

Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li Amedê li Qada Deriyê Çiyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî meş da destpêkirin û heta Keçîburcu meşiyan. Di meşê de pankarta ‘li dijî tunidya mêr jin jiyan azadî’ hat vekirin. Ligel vê Komeleya Rojanamevaên Jin a Mezopotamyayê (MKG) pankarta ‘ji tundiya li dijî rojnamegeran re na, çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ vekirin. Di dirûşmeyê de bê navber ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî yekitiya jinan’ hat berzkirin. Jinên piştî meşê hatin Keçiburcu, navê jinên hatin qetikirin bibîr anîn û bersiva ‘li virin’ dan. Her wiha Nagîhan Akarsel ya li Silêmaniyê hat qetilkirin hat bibîranîn. Ji Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Amedê Gulîz Kaya metna daxuyaniyê xwend.

Gulîz Kaya da zanîn ku ji bo aştiya civakî û azadiya jinê dibêjin ‘jin jiyan azadî’ û dîroka xwişkên Mîrabel vegot. Gulîz Kaya da zanîn ku ew dizanin ku tundiya mêr ne bi çalakiyên şexsî yên gumanbaran, bi teşeyên îdeolojîk yên dewletê teşe dibin. Gulîz Kaya got ew rêxistibûna xwe bi "jin jiyan azadî" diqîrin.

Em ê destûr nedin 

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî got: “Em vê rojê wek roja hatina gel hev qebûl dikin. Di 25’ê Mijdarê de em li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin. Rojê 3 jin tên qetilkirin. Dewlet temaşevan dimîne. Em ê destur nedin ku mafên me bên desteserkirin. Em ê destu nedin ku dest bidin qanûna 6284. Nagîhan Akarsel û Hevrîn Xelef rumeta me ne.” 

Hevseroka Gitşî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û axivî û got:“Ne walî bila desthilatdarî bê, ne desthilatdarî bila pergala serdest ya mêr bê. Rehbera me ‘jin jiyan azadî ye’. Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bi termînolojiya rêxistinî dibêjin. Ev li dijî qetilkirinên desthilatdarî li dijî parastina gumanbaran, dirûşmeya rêxistibûna jinane.” Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.

Em jiyanê dixwazin

Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê bi wesîleya  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî li Kadikoyê ya Stenbolê hatin gel hev. Jinên derketin Kolana Îstîklalê li Karakoy hatin gel hev. Bi hezaran jin bi tilîlî û dirûşmeyan berbi qadê ve meşiyan. Jinan dirûşmeyên "jin jiyan azadî", "Em serî natewînin" berzkirin. Her wiha dovîzên "zilan navê jina azad e" vekirin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, hevseroka giştî ya DEM Parti Tulay Hatîmogullari, parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Çîçek Otlu û gelek jin tevli çalakiyê bûn. Jinan li qadê peyama "jin bi têkoşînê azad dibin", "Agirê berxwedana jinan wê qeyûman bişewitînin" dan. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Îskeleya Karakoy axivî û got:“Ez bang li Waliyê Amedê ku dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ qedexe kiriye dikim. Ev ne bi hedê kesekî ye. Tu ked nikare dest bide dirûşmeya jin jiyan azadî.  Li hemû Tirkiye û Kurdistanê îro ev dirûşme hatiye berzkirin. Wê têkoşîna me jinan bidome. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş wiha got:“Em niha li Stenbolê ne. Bi hezaran jinî barîkat hilweşandin û hatin vir. Em jin nîvê civakê ne û di vê mijarê de weê li dijî zextan têbikoşin. Em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin. Baş e ku piştevaniya jinan heye. Başe ku têkoşîna jinan heye. Piştî axaftinan daxuyanî bi Kurdî, Erebî û Tirkî hatin xwendin. Ya Kurdî Esra Kahraman xwend got:“Em jiyanê dixwazin. Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî qadan tije dikin. Kes nikare ‘Jin jiyan azadî’ asteng bike.”

Jinan meydan xemilandin 

Li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, li bajarên Heleb, Minbic, Şehba, Reqa, Tebqa, Hesekê, Girkê Legê, Qamişlo, Kobanê bi hezaran jin, herikîn meydanan, bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî, meydan xemilandin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.