Di 10 mehan de 316 jin hatin kuştin

Sêşem 26 Mijdar 2024 - 02:20

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS'ê, di 10 mehan de 316 jin hatine kuştin, 170’ê jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Tundiya li ser jinan li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bê navber didome. Gotinên AKP-MHP’ê, qanûnên ku mafên jinan ji dest digirin, feshkirina Peymana Stenbolê û hedefgirtina qanûna 6284'an. Dema ev hemû dertên pêş, polîtîkayên bêcezahiştinê yên darazê gumanbaran xelat dike. Di vê pêvajoyê de jin bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin.

Her roj herî kêm du jin tên qetilkirin. Ev tenê aliyê ku di çapemeniyê de tê dîtinê ye. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, li gorî çeteleya ku JINNEWS'ê berhev kiriye, di 10 mehên salê de 316 jin hatine qetilkirin û 170 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 

Gumanbar ê herî nêz e

98 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 28 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 33 jin di asta destberdanê de hatin qetiklirin. 11 jin ji aliyê bav, 18 jin ji aliyê kurê xwe, 6 jin ji aliyê mêrên pê re dijîn, 28 jin ji aliyê mêrên nas dikin, 25 jin ji aliyê mêrê pê re têkilî jiyane, 19 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 12 jin ji aliyê mêrên nasnameya wan nayê zanîn, 10 jin ji mêrên jê veqetiyane, 2 jin ji ailyê mêrên nas nakin ve hatin qetilkirin. Gumanbarê sê jinan jî nêzîkatiya wan a bi jinê re nehat tespîtkirin.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.