25'ê Mijdarê xeta parastina jiyanê ye

În 14 Mijdar 2025 - 03:40

ROZA METÎNA / AMED

Bîrsen Orhan destnîşan kir ku 25'ê Mijdarê sembola îradeya jinan e û wiha got:"Têkoşîna Xwişkên Mirabel a li dijî dîktatoriyê ne tenê sembola serdemekê ye, lê belê sembola berxwedana jinan a di seranserê demê de ye. Ew xeta parastina jiyanê ya li dijî tundûtûjiya mêr û dewletê ye."

25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan nêz dibe. Di sala 2025'an de jî jin bi çalakî, deng û helwesta xwe terka qadan nakin. Jin li dijî her cureyên tundiyê îsal bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bêtundî ve" li qadan cihê xwe digirin.

Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin, têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan nirxandin kir. Bîrsen Orhan wiha got:" 25'ê Mijdara 2025'an ne tenê qîrînek li dijî tundûtûjiyê ye, di heman demê de bangek bihêz a ji bo aştiyê, veguherîna demokratîk û hêviya jiyana bi hev re ye. Îsal, jinan têgeha aştiyê kirin daxwazeke şênber."

25'ê Mijdarê xeta parastina jiyanê ye

Bîrsen Orhan di destpêkê de bal bir ser wateya 25'ê Mijdarê û wiha got:"25'ê Mijdarê sembola îradeya jinan e. Têkoşîna Xwişkên Mirabel a li dijî dîktatoriyê ne tenê sembola serdemekê ye, lê belê sembola berxwedana jinan a di seranserê demê de ye. Çîroka wan ji Amerîkaya Latîn bigire heya Rojhilata Navîn deng vedide. Ew xeta parastina jiyanê ya li dijî tundûtûjiya mêr û dewletê ye."

Şerê taybet li jinê tê meşandin

Bîrsen Orhan qala şerê taybet ê li ser jinan kir û wiha pê de çû:"Pratîkek taybet a şerê taybet heye. Şerê taybet li kampusên zanîngehê, li kolanan, li ser laş û jiyana jinan tê meşandin. Laşên jinan veguheriye qadeke kontrolkirinê ya ji bo îktidarê. Jin tên bêdengkirin. Wekî di doza Rojîn Kabaîş de, dema ku sûcdar têne parastin, dengê jinan tê tepeserkirin. Laşê Gulistan Dokû yê bi salan e winda ye, rûyê herî tarî yê vê pergalê eşkere dike. Îktidar hevkarê tundûtûjiya mêran e û heta diparêze jî. Ev ne tesaduf e; forma herî kûr a şerê taybet siyaseta bêdengkirina îradeya jinan e. Laş û nasnameyên jinan têne hedefgirtin ji ber ku jinên azad tirsa herî mezin a vê pergalê ne. Sedema ku şîdeta li dijî jinan ewqasî sazûmanî ye ev e ku pergala ji hêla mêran ve serdest e hebûna xwe li ser jinan ji nû ve diafirîne. Yên ku dema jin tên kuştin bêdeng dimînin, şîdeta xwe di bin navê ewlehiyê de rewa dikin. Di 25’ê Mijdara 2025’an de jî wê têkoşîna jinan a li dij şerê taybet bidome."

Budçeya şer şîdetê kûr dike

Bîrsen Orhan bal bir ser budçeya şer û wiha dewam kir:"Em ber bi 25'ê Mijdarê ve diçin. Lê belê cureyên tundiyê yên li dij jinan dewam dikin. Yek jê budçeya şer e. Budçeya şer, profîla welatekî diyar dike. Îro, li Tirkiyeyê bi milyaran lîre ji bo polîtîkayên şer, çekan têne veqetandin, lê hema hema tu budçe ji bo stargehên jinan, navendên zarokan û projeyên têkildarî kar, nayê veqetandin. Ev rewş ne tenê xizaniyê, di heman demê de şîdeta li dijî jinan jî kûrtir dike. Girêdayîbûna aborî yek ji mekanîzmayên herî girîng e ku jinan di nav şîdetê de asê dike. Xizanî, zexta navmalî, bêkarî û bêewlehî hemî bûne cureyên şîdeta li dijî jinan. Îro, jinek ji ber zêdebûna kirê, nikare ji mala ku şîdet lê tê kirin, derkeve. Ev encamek rasterast a polîtîkayên serdestiya mêran e."

25'ê Mijdarê banga ji bo aştiyê ye

Bîrsen Orhan da zanîn, 25'ê Mijdara 2025'an ne tenê qîrînek li dijî tundûtûjiyê ye, di heman demê de bangek bihêz a ji bo aştiyê, veguherîna demokratîk û hêviya jiyana bi hev re ye û got:"Ji bo jinan, sala 2025'an ne tenê bi zordariyê, di heman demê de bi hêviya bingehên nûkirî yên berxwedanê jî derket pêş. Ji aliyekî ve, kuştinên jinan, şîdeta zayendî ya li dijî jinên penaber, xizanî, girtin û polîtîkayên qeyûm ji nû ve derketin holê. Ji aliyê din ve, daxwazên gel, jin û ciwanan ji bo aştî û çareseriyek demokratîk derketin pêş. Îro, li vê herêmê, fikra aştiya civakî bi têkoşîna jinan ve girêdayî ye. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de bidawîkirina pergala tundûtûjiyê ya ku ji hêla mêran ve serdest e jî. Wekî din, em aştiyê tenê wekî peyvek siyasî pênase nakin. Ji bo jinan, aştî tê wateya dengekî wekhev ê di her aliyê jiyanê de; li malê, li kar, di siyasetê de û di qada giştî de.Pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' jinan dike kirdeya damezrîner. Ji ber vê yekê, 25'ê Mijdara 2025'an ne tenê qîrînek li dijî tundûtûjiyê ye, di heman demê de bangek bihêz a ji bo aştiyê, veguherîna demokratîk û hêviya jiyana bi hev re ye. Îsal, jinan têgeha aştiyê kirin daxwazeke şênber."

Têkoşîna jinan bi dawî nabe

Bîrsen Orhan bi munasebeta nêzbûna 25'ê Mijdarê bal bir ser polîtîkayên qeyûman jî û wiha bi dawî kir:"Rêbazên qeyûm rewşa niha ya destwerdanên li dijî îradeya gel a li vê herêmê ne. Ew polîtîkayeke kevneşopiya hikûmeta navendî ya paşguhkirina îradeya gel temsîl dikin. Ew di heman demê de êrîşeke sîstematîk a li ser îradeya jinan in. Ji ber ku rêbazên qeyûm ne tenê demokrasiyên herêmî, lê di heman demê de têgeha rizgariya jinan jî hedef girtine. Ji aliyê qeyûman ve pergala hevserokatiyê, stargeh, kooperatîfên hilberînê ku jinan bi salan bi zehmetî ava kirine, hatine hedefgirtin. Û gava ku qeyûm dest bi kar dikin, ewil destkeftiyên jin û ciwanan hedef digirin. Ev polîtîkayeke bi zanebûn e û rêbazeke tundiyê ye. Hewldaneke bi taybetî hatiye sêwirandin e. Û em israr dikin, em neqediyane. Têkoşîna jinan li van axan nikare ji hêla qeyûman an jî bi zilmê ve were bidawîkirin. Biryardariya me ya ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê û avakirina jiyanê ya ji nû ve, têra xwe xurt e û hemî dîwarên wan ava kirine derbas dike. Ji ber ku em dizanin li ku derê jin hebin, jiyan heye; li ku derê jin hebin, hêvî heye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.