Pêşengtiya jinan îlham da
Sêşem 26 Mijdar 2024 - 02:55
- Ji fermandarên YPJ'ê Leyla Waşûkanî têkildarî berxwedana jinên Kurd û şervanên YPJ’ê wiha got:"Têkoşîna jinên şoreşger bandora xwe li ser tevahî beşên civakê jî kir û di warê fikir û zanebûnê de bû yekbûna jinan a di tevahî cîhanê de. Pêşengtiya jinan a ji şoreşa Rojava re îlham da jinan û tevahî hêzên şoreşger û azadîxwaz."
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Leyla Waşûkanî berxwedan û şoreşa jinên Kurd nirxand.
Fermandar Leyla Waşûkanî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta pergala serwer a li ser jinan û berxwedana ku ji jinan tê xwestin û got: “Di serî de wek tê zanîn mêr xwedî hişmendiya serwer in, xwe li hemberî pergala jinên xwedawend kirine yek û bi fen û fûtan pergala jinan belav kiriye û bi pêkanîna komploya yekemîn a di cîhanê de, pergala xwe ya zalim saz kiriye. Di şer û gengeşeyan de yên herî zêde zirarê dibînin, teqez jin û zarok in. Li vir tişta ku ji jinan tê xwestin ew e ku xwe li hember pergalê û şerê wê yê qirêj xwe bi rêxistin bikin, ew jî teqez bi şoreşê pêkan e.”
Serhildêr Bêrîtan
Fermandar Leyla Waşûkanî bal kişand ser qehremanî û wêrekiya jinên Kurd û wiha got: “Jinên Kurd di dîrokê de jî bi wêrekî û qehremaniya xwe têne naskirin û rola jinan di tevahî serhildan û şoreşên Kurdan de heye. Îro jî jinên ciwan ên wek; Şervîn, Reyhan, Rojna, Leyla, Jiyan, Sara, Rûken û herî dawiyê jî jina Kurd Asya Elî bi hunera şerê gerîla ya demê li paytexta Tirkiyê Enqerê xwe kir keleha berxwedan û tolhildanê. Rêber Apo li ser jina Kurd a berxwedêr Bêrîtan Hêvî wiha dibêje: ‘Di şerê Barzaniyan de yê ku di sala 1992ˈan de hate kirin, kesê lawaz wek Osman li berxweneda û xwe radestî dijminê xayîn kir. Qehremana serhildêr Bêrîtan li ber xweda û radestî xiyanetkaran nebû. Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî ku di şer de, fîşekên wê xelas dibin û ji bo ku nekeve destê xayînên xwefiroş, çeka xwe dişkîne û xwe ji serê zinarê Lêlkana girêdayî Xakûrkê diavêje xwarê.’
Bi qehremanî li ber xwe dan
Qehreman Bêrîtan ji bo ku nekeve destê wan yê qirêj, xwe parçe parçe dike û digihêje karwanê nemiran. Di şoreşa Rojava de jî keçên wekî Barîn Kobanê jî derketin û bi qehremanî li ber xwe dan û radestî neyaran nebûn. Qehreman Barîn xwe bi hedefê re kiribû yekpare û li hemberî çeteyan heyanî henaseya xwe ya dawiyê li ber xwe da û gihaşte karwanê pakrewanan. Şehîd Avesta Xabûr jî şer kir û bi wêrekî û serbilindî gihaşte şehadetê û bû stêrkek ji wan stêrkên hêviyê yên ku her li asîmanan diteyisin û geş dibin.
Pêşengtiya jinan îlham da
Fermandar Leyla Waşûkanî, di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên Kurd ên azadîxwaz bi têkoşîna xwe û hunera xwe ya şer û jiyanê ji tevahî jinan re bûn mîrateya siberoja azad û wekhev û wiha domand: "Têkoşîna jinên şoreşger bandora xwe li ser tevahî beşên civakê jî kir û di warê fikir û zanebûnê de bû yekbûna jinan a di tevahî cîhanê de. Pêşengtiya jinan a ji şoreşa Rojava re îlham da jinan û tevahî hêzên şoreşger û azadîxwaz. Jinên serhildêr û canfeda ji bo parastina jin û civakê heyanî hinasa xwe ya dawiyê şer kirin û bê teredûd berê xwe dan mirinê ango nemiriniyê.
Jin bûne pêşeng
Fermandar Leyla Waşûkanî, di dawiya axaftina xwe de qala “canfedayên YPJˈê” kir û got: “Jinên Kurdistanê yên ku her dem ji neyar û dijminan re dibûn xenîmeta talan û destdirêjiyê, îro jî bûne pêşeng, serkêş û parêzvan. Şoreşgerên jin bûn wek jehra siyanûrê û ketin bedena neyar û dijminan. Milîtanên jinên canfeda bi şer û cenga xwe tola 5 hezar salan ji neyar û tundrawan rakirin û ew bi bin xistin."
ANHA/HESEKÊ